ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-9-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-9-2023
27 îlon, 2023   23:00

Jinên pêkhateyên kurd û ereb gotin ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna wan berdewam e. Her wiha destnîşan kirin ku fikrên wî nemir in û misogeriya çareserkirina tevahî dozên nakok ên civakan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Olî ya Herêma Firatê got bûyerên li Dêrazorê, planeke xetere ye ku gelek hêzan xwest aramiya li herêmê têk bibin. Meclisê bang li pêkhateyan kir ku xwedî li hêzên xwe yên leşkerî derkevin û bi ruhî, komî destkeftiyan biparêzin.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jiyana fermandar Şervîn tijî têkoşîn û berxwedana li hember dijminên Kurdistanê û Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Wek jineke azad li qadên navneteweyî nûnertiya YPJ'ê dikir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên Kobanê got: "Çekdarên PDK′ê êdî di destê dewleta Tirk a dagirker de li dijî Kurdan çek e û divê Kurdên li tevahî erdnîgariya Kurdistanê serî li hember wan hildin. Ji ber xiyanet ji cureyên şer ên herî xeternak e." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Karûbarên Civkaî ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi armanca ku alîkariya tenduristî û perwerdeyî pêşkêşî zarokên ku li kampên bêserûber ji xwendinê pêbar mane bikin, veguhastina koçberan ji kampên bêserûber ber bi kampa Ednaniyê ya ku îsal hatiye avakirin, didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çima dewleta Tirk dixwaze korîdorek di navbera wê û Azerbeycanê de veke? Helwesta dewletên têkildarî aloziya li wir weka Rûsya û Îranê li hember vê çi ye?

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê şehîdên mehên Tebax û Îlonê li stada Kornîş a bajêr bi bîr tînin saet di 10:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê cenazeyê şervanê QSD`ê Ridwan Xelîl li Goristana Şehîdan oxir dike saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)