Welatiyek hate revandin û zeytûn hatin dizîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek ji xelkê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî revandin û zeytûnên li zeviyên di navbera gundên Qîbar û Meşalê de dizîn.

Welatiyek hate revandin û zeytûn hatin dizîn
28 îlon, 2023   06:38

Çavkaniyekî ji navçeya Şera diyar kir ku duh çeteyên ′Sultan Murad′ welatiyê bi navê Horîk Horîk ê ji gundê Îkidamê yê navçeya Şera revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Li gorî çavkaniyekî din jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker mewsima zeytûnan a li zeviyên di navbera gundên Qîbar û Meşalê yên girêdayî navenda kantona Efrînê ya dagirkirî de dizîn. Ew zevî yên Mihemed Osman, Îmad Osman, Cîhad Osman, Ebdulmenan Şêx Mûsa, Yehya Şêxo û Zekeriya Şêxo ne.

Heman çavkanî destnîşan kir ku çeteyan bi rêya ço û qutkirina çiqilan bi awayekî ketober da ku dizî hêsan bibe û veguhêzin guvaştgehên zeytûnan li Ezaz û Efrînê yên dagirkirî, zeytûnan talan dikin.

(fr)

ANHA