​​​​​​​Fermandar Şervîn: 25 sal têkoşîn

Jiyana fermandar Şervîn tijî têkoşîn û berxwedana li hember dijminên Kurdistanê û Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Wek jineke azad li qadên navneteweyî nûnertiya YPJ'ê dikir.

​​​​​​​Fermandar Şervîn: 25 sal têkoşîn
​​​​​​​Fermandar Şervîn: 25 sal têkoşîn
​​​​​​​Fermandar Şervîn: 25 sal têkoşîn
​​​​​​​Fermandar Şervîn: 25 sal têkoşîn
​​​​​​​Fermandar Şervîn: 25 sal têkoşîn
​​​​​​​Fermandar Şervîn: 25 sal têkoşîn
​​​​​​​Fermandar Şervîn: 25 sal têkoşîn
​​​​​​​Fermandar Şervîn: 25 sal têkoşîn
​​​​​​​Fermandar Şervîn: 25 sal têkoşîn
​​​​​​​Fermandar Şervîn: 25 sal têkoşîn
28 îlon, 2023   02:06

Endama fermandariya Meclisa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û endama fermandariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervîn Serdar û herdu şervan Nûcan Ocalan û Canda Cûdî di encama hedefgirtina erebeya meclisê li başûrê Minbicê de ji aliyê balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagurker ve di 15'ê vê Îlonê de şehîd bûn.

YPJ'ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku hedefgirtina her sê şervanan di roja salvegera êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê de di 15'ê Îlona 2014'an de bû, ev jî ne tesedûfî ye û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker nîşan dide. Di heman demê de piştrast dike ku dewleta Tirk a dagirker têkçûna çeteyên DAIŞ'ê qebûl nekiriye.

Gelo fermandar Şervîn Serdar kî ye?

FERMANDAR ŞERVÎN

Îman Mehmûd Derwêş (Şervîn Serdar) sala 1981'an li gundê Qurmanî yê navçeya Dirbêsiyê ji dayik bûye. Ji nav 7 xwişk û 3 birayên xwe ew a herî mezin e.

Îman di malbateke welatparêz û kedkar de mezin bû û ew xwedî jîr, cidî û hêminî bû. Di heman de di karê xwe de çalak bû. Ji aliyê heval û mamosteyên xwe ve dihat hezkirin û di temenê xwe yê biçûk de di BIrêvebirina mijarên jiyana xwe de jêhatî bû.

Bavê wê Îsmaîl Derwêş destnîşan kir ku zaroketiya Îmanê Ne wek a hemû zarokan bû, ji ber ku çalakiyên hunerî û rewşenbîrî gelekî bala wê dikişandin ku piştre di 1996'an de ew tev li koma şehîd Zîlan a stranan a navçeya Dirbêsiyê bû.

Îman her tim bi bavê xwe re digerî ku di salên 80`î de tevgera azadiyê nas kir.

Di sala 1998'an de piştî qedandina qonaxên dibistanê yên seretayî û navendî û bi baweriyeke xurt bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan, Îman tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe.

Têkoşîna Îmanê (Şervîn Serdar) ya ji bo azadiyê li çiyayê azad ê Kurdistanê dest pê kir. Di wê demê de ta sala 2005'an tu agahî jê nedihat girtin. Lê 2005`an, malbata xwe vexwend çiyayên Kurdistanê ji bo ku wan bibîne.

TEVLÊBÛNA ŞOREŞA ROJAVA

Bi destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'yan a Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, Şervîn Serdar vegeriya Rojava û ket nav refên şoreşê.

Fermandar Şervîn Serdar 2012'an li şerê Helebê yê li dijî çeteyên Cebhet El Nusra (Heyet Tehrîr El Şam a niha) cih girt. Her wiha di pêngavên rizgarkirina Minbic, Reqa û Dêrazorê (2016-2017-2019) ji çeteyên DAIŞ'ê de beşdar bû.

Fermandar Şervîn roleke girîng di birêxistinkirina gel û pêşxistina rola YPJ'ê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de di qad û civînên navneteweyî de lîst. Di Sibata 2016'an de di vekirina nûnertiya YPG'ê li paytexta Çîkê Brag, beşdar bû. Her wiha tevî şandeyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re serdana Luksemborgê kir û bi desthilatên li wir re hevdîtin kir.

Fermandar Şervîn fermandariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê dikir û endama Meclisa Leşkerî ya YPJ'ê bû û ji bo avakirina şoreşê û parastina wê kedeke mezin da, her wiha di operasyona "Xurtkirina ewlehiyê" ya li Dêrazorê de jî hazir bû.

BANGA ŞOPANDINA RÊYA WÊ Û SOZDAYÎNA PÊKANÎNA ARMANCÊN WÊ

Fermandara YPJ'ê Zinarîn Kobanê destnîşan kir ku Şervîn Serdar roleke mezin di operasyona "Xurtkirina ewlehiyê" de lîst û rê li ber planên dijber girt.

Zinarîn Kobanê got: "Dema ku min Şervîn dîtiye min nas kir ku ew di malbateke welatparêz de mezin bûye. Ez serbilind im ku ez bi kesayeteke weka şehîd Şervîn re bûm."

Zinarîn Kobanê îşaret kir ku divê li hember êrişên li dijî herêmê, asta têkoşînê bê bilindkirin û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan û parastina destkeftiyên wan da.

Her wiha, dayika şehîd Şervîn Serdar Dilşa Derwêş û bavê wê Îsmaîl Derwêş got: "Her kes dizane Şervîn Serdar kî ye û ji bo gelê xwe çi kiriye, em bi fekadariya wê û hevrêyên wê serbilind in û soz didin rêya bişopînin ta ku dijmin têk bibin.”

(mh/şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OjbTvZrXkWA?si=YFit0qPw1Po7RRJD" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>