Li Stenbolê 8 rojnamevan hatin girtin

Gerînendeyê Giştî yê Aykiriyê Batûhan Çolak û rêveberê Mûhbîrê Suha Çardakli jî di nav de, 8 kes bi sûcdariyên “Agahiyên xelet di nava gel de belavkirine” û “Gel bi kîn û dijminatiyê sorkirin” hatin girtin.

Li Stenbolê 8 rojnamevan hatin girtin
23 îlon, 2023   10:23

Di çarçoveya operasyona li dijî hesabên têkildarî penaberan parvekirinan dikin hatiye lidarxistin de di nav de gerînendeyê giştî yê weşana malpera nûçeyan a Aykiri, Batûhan Çolak û edîtorê Ajans Mûhbîrê Suha Çardakli û xwediyê Haber Reportê jî di nav de rêveberên 27 hesaban, hatin girtin.