Li Qamişloyê bi beşdariyeke girseyî çalakiya konvedanê dest pê kir

Bi beşdariya Kurd, Ereb û Suryan li Qamişloyê çalakiya konvedanê ya şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir. Beşdaran got azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan yek ji armancên gelên azadîxwaz e.

23 îlon, 2023   10:49

Bi sedan xelkê Qamişlo, bajarok û gundewarên wê berê xwe da konê çalakiyê ya li nêzî Yarîgeha 12′yê Adarê hatiye vedan. Çalakî ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate lidarxistin. Ew çalakî di çarçoveya Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê di 9′ê Îlonê de bi diruşma "Azadiya Rêber Apo misogeriya aştiyê li Rojhilata Navîn" de hate lidarxistin.

Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û diruşmên ′Bê Serok Jiyan Nabe′ berz kirin.

Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Silêman Ehmed helwesta pêkhateyên herêmê yên li dijî tecrîdê silav kir û wiha got: "Ev helwesta yekane misogeriya şikandina tercrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye û hêvî dide me."

Ehmed bal kişand ser komploya navneteweyî ya 9′ê Comtehê û wiha domand: "Komploya navneteweyî bi dewleta Tirk re bû alîkar. Ji ber ku armanca wê qirkirina koka mirovahî û şoreşgerî ya ku Rêber Abdullah Ocalan xwedî lê derdikeve."

Ehmed anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide Kurdan qir bike û wiha pê de çû: "Bi rêya komployên li pey hev, dewleta Tirk hewl da tevgera rizgariya Kurdistanê û gelê Kurd di şexê Rêbertî de têk bibe. Niha jî di sala 3′yan de tecrîdeke giran li ser Rêbertî ferz kiriye û hewl dide têkiliya wan bi jiyanê re qut bike. Rêxistinên mafên mirovan li hember vê yekê bê deng in."

Ehmed destnîşan kir ku vê konê roja 15′ê Sibat anî bîra wan, di wan rojan de gel li dora Rêber Abdullah Ocalan bû xelek û di oxira wî de canê xwe feda kir.

Li ser peyama vê çalakiyê Silêman Ehmed wiha anî ziman: "Azadiya fîzîkî ya Rêbertî îro ji armancên herî bingehîn ên gelên azadîxwaz li cîhanê ye. Gelên ji Başûrê Afrîkayê, heta bi Amerîka Latîn û Rojhilata Navîn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan serî hildidin. Ev yek nîşan dide ku Rêbertî hêviya mirovahiyê ye û em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta ew bi fîzîkî azad bibe dê li qadan bin. Divê her mirovek û welatparêzek li gorî diruşma ′Bê Serok Jiyan Nabe′ têkoşînê bilind bike. Ji ber ku azadiya wî misogeriya aştiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê ye."

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk a Qamişlo Mûsa Xelîl jî got ew soza xwe ya bilindkirina têkoşîn, xebat û fedakariyê di oxira azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de nû dikin.

Li gorî bernameyê, çalakî heta sibe dewam dike. Di çalakiya îro de dê helbestan bi zimanê erebî werin xwendin û dê dîmeneke endama Boruya Sedsalê û parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Cuneyt Caniş were pêşandan ku balê dikişîne ser pergala tecrîd û îşkeneceyê. Her wiha nûnerên beşdar, hiqûqnas di çalakiyê de peyamên xwe ragihînin, dê sînevizyonek têkildarî komployê û hin berhemên çandî û hunerê werin pêşandan.

Sibe jî li ser tecrîdê û komployê dê sînevizyonek were pêşandan. Her wiha parêzer û hiqûqnasên beşdar dê peyamên xwe ragihînin. Çalakî dê bi meşekê heta ber bi avahiya Komseriya NY′yê ve bi dawî dibe.

(fr)

ANHA