Li Stenbolê 3 kes hatin binçavkirin

Hate ragihandin ku li Stenbolê di serdegirtina malan de 3 kes hatine binçavkirin.

Li Stenbolê 3 kes hatin binçavkirin
22 îlon, 2023   08:16

Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) li ser hesabê X'ê (Twitter a berê) peyamek parve kir û ragihand ku muwekîlên wan Hacer Erkîn, Gulçîn Aykûl û Ozgur Tosûn serê sibehê hatine binçavkirin.

EBH'ê diyar kir ku têkildarî muwekîla wan Semîha Şahîn de jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn.

EBH'ê ragihand ku operasyon bi gotinên şahidê îtirafkar Onûr Demîr hatiye kirin.