Qaanî li Sûriyeyê ye

Ajansa Tasnim a Îranê aşkera kir ku bi amadebûna Îsmaîl Qaanî hêzên Şamê û Îranê tatbîqatên leşkerî yên hevbeş pêk anîn.

Qaanî li Sûriyeyê ye
22 îlon, 2023   06:07

Ajansa Tasnim a Îranê diyar kir ku fermandarê Feyleq El Qudis Îsmaîl Qaanî serdana Sûriyeyê kir, herêmên operasyonan şopandin û beşdarî tatbîqatên leşkerî yên hevbeş ên Tehran û hikumeta Şamê bû.

Ajansê destnîşan kir ku Qaanî di serdana xwe de bi gelek berpirsên leşkerî, ewlehî û siyasetmedarên hikumeta Şamê re civiya û gelek herêmên operasyonan şopandin.

Li gorî ajansê, Qaanî beşdarî tatbîqatên leşkerî yên hevbeş ên Îran û Sûriyeyê bû û ew yek di çarçoveya sekna li dijî astengî, darbayên leşkerî û ewlehî li Sûriyeyê pêk hatin.

(fr)