Paşperdeya şerê li Qerebaxê

Şerê li Nagurnî Qerebaxê ji çend mehan ve rawestiyabû, dîsa dest pê kir. Piştî ku Ermenistanê got ew dixwaze xwe nêzî rojava bike, Rûsya helwesta xwe ji şer zelal nekir. Ev nîşan dide ku ev şer li gel hevrikiya di navbera Moskov û dewletên rojava de dê dirêj bike. Gelo paşperdeya vî şerî çi ye?

Paşperdeya şerê li Qerebaxê
22 îlon, 2023   05:31

Azerbeycanê 19`ê Îlonê “operasyonên têkoşîna li dijî terorê” li dijî hêzên Ermenistanê yên li herêma Nagurnî Qerebaxê ya bi nakok, ragihand.

Azerbeycanê got wê ev operasyon wek bersiva kuştina 4 polîsan û sivîlan di teqîna 2 mayînan de li Nagurnî Qerebaxê ye. Azerbeycan, hêzên ermenistanê bi bûyerê tawanbar dike.

Nivîsgeha Serokatiya Artsax-Nagurnî Qerebax ragihandibû ku her du alî li ser rawestandina şerê li herêma nakok li hev kiriye û li gor wê lihevkirinê şer, roja 20`ê Îlonê ji saet 13:00`an dest pê dike. Her wiha ragihand ku lihevkirin bi navbeynkariya Fermandariya Parastina Aştiyê ya Rûsyayê pêk hatiye. Lê Ermenistanê ragihand ku ew tev li sazkirina lihevkirinê nebûye, dûre yekser topbaran dest pê kir. Xuyaye ku li pêşiya hewldanên agirbestî astengî hene.

PAŞPERDEYA NAKOKIYÊ

Piştî hilweşîna Yekitiya Soveyt, Komara Nagurnî Qerebax hate ragihandin. Sala 1992`yan, di aliyê navneteweyî de hate naskirin. Şer li ser vê herêmê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê dest pê kir û heta 1994`an berdewam kir. Ermenistan di wî şerî de herêm kontrol kir. Di şerê duyemîn a li dijî Nagurnî Qerebaxê sala 2020`an  de, Azerbeycan beşên mezin ên herêmê kontrol kirin. Şer Mijdara 2020`an li gorî lihevkirina agirbestê ya bi navbeynkariya Rûsyayê, bi temamî rawestiya.

Çalakvanên azerî Îlona 2022`yan korîdora Latçîn girt. Azerbeycanê jî Nîsana 2023`yan bendeke ewlehiyê ya nû li ser rê danî. Ev jî, rê li pêşiya tevgera bazirganiyê û çûn û hatinê di navbera Ermenistan û Qerebaxê de girt.

Dûre di çend hefteyên borî de, Ermenistan hişyarî da ku Azerbeycan hêzên xwe li ser sînor kom dike. Di vê çarçoveyê de 19`ê Îlonê Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê daxwaz kir ku hêzên Ermenistan bi temamî vekişin û hikumeta li Stepankertê ji hev bê xistin.

ROLA HEZEN DERVE DI ALOZIYE DE ÇI YE

Başûrê Kafkasya, ji bo tevahî hêzên herêmî û navneteweyî gelek girîng e. Ji ber wê dixwazin hegemoya xwe li wir bi rêya piştgiriya aliyekê zêde bikin. Di encamê de têkilî û hevbendiyên girêk çêbûn. Ermenistan, têkiliyên xurt bi Îranê re û di heman demê de bi Hindistanê û Fransayê re çêkirine.

Her wiha Azerbeycan jî li ser bingeha neteweyek û du dewlet bi Tirkiyeyê têkiliyên çandî, ziman, dîrokî yên kûr danîne. Ji Îsraîlê miqdarên mezin ên çek û ceblixaneya leşkerî werdigire. Ew jî gazê dide dewletên Rojhilata Navîn.

Ji gera çûyî ya şer ve, Tirkiye dewleta herêmî ya yekane ye ku helwesteke diyar nîşan da û li kêleka Azerbeycanê bû. Ev piştgirî mezin bû heta gihaşt wê astê ku wezîrê parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar hişyarî bide Ermenistanê ku heke êriş Azerbeycanê bike, dê berdêlên giran bide.

Di şerên berê de, Tirkiye bi tevahî rêbazan piştgiriya leşkerî da Azerbeycanê, ji amûrên parastinê bigire heta bigihêje tecrubeyên û teknîkên leşkerî, çek, balafirên bêmirov, moşek. Her wiha çeteyên sûriyeyî şandin ji bo ku li rex hêzên azerî şer bikin.

RÛSYA BI BALDARÎ DIŞOPÎNE

Ermenistan, yek ji şirîkên herî girîn ên Rûsyayê bû. Baregeheke leşkerî ya Rûsyayê li Ermenistanê heye ku ya herî girîng e. Di çend salên dawîn de, Ermenistan xwe dide aliyê rojava. Serokwezîrê welêt Nikol Pashinyan got êdî welatê wî nikare xwe bispêre Rûsyayê wek hevkarekî ewlehiyê.

Ermenistan bang li şandeyeke çavdêriyê ya sivîl a YE`yê kir ku were ser sînor. Hevjîna Nikol Pashinyan serdana Kievê kir û piştgirî nîşan da. Li aliyekî din pêşwaziya rahênanên Amerîkayê kir. Piştî van geşedanan, Moskovê gazî balyozê Ermenistanê kir.

Ev geşedan dibe dehf bide Ermenistanê ku biryara dawîn bistîne têkildarî têkiliyên xwe. Yan Rûsya wê fişara azerî bi kar bîne ji bo ku Ermenistanê neçar bike dev ji nêzîkbûna bi rojava re berde. Li beramber wê, Rûsya desteka leşkerî bide wê. Yan jî Ermenistan di mijara têkiliyên bi rojava re berdewam bike heke hêzên rojavayî jê re misoger kirin ku Azerbeycan dê êrişên xwe rawestîne.

ÎRAN, ÎSRAÎL Û TIRKIYEYÊ

Saziya Karnîgî di analîzeke xwe de dibêje, piştî Azerbeycan beşeke Nagurnî Qerebaxê sala 2020`an kontrol kir, sînorên di navbera Îran û Azerbeycanê de derdora 100 kîlometre fireh bû. Bi vê yekê Îsraîlê, derfetek bi dest xist ku ji wê herêmê çavdêriya avahiyên Îranê bike yên ku tenê 7 kîlometre jê dûr in. Îro Îsraîl bi awayekî fermî piştgirî dide vekirina korîdora “Zengzûr”. Ev korîdor projeyeke di navbera Tirkiye û Azerbeycanê de ye. Armanca wê, vekirina korîdorekê di navbera her du welatan de ku di nava Ermenistanê re derbas dibe. Ev proje, bi rêya Azerbeycanê dê hegemoya Tirkiyeyê bi awayekî balkêş li bakurê sîronên Îranê mezin bike. Xala hevbeş a berjewendiyên Tirkiye û Îsraîl li başûrê Kafkasyayê, lawazkirina Îranê ye.

ENCAM

Ev şer girîng e ne ku tenê ji ber di navbera du dewletan de ye. Lê belê dibe ku şer berfireh bibe û aliyên herêmî û navneteweyî tev lê bibin. Dibe ku ev bihêle Qerebax bibe qada aloziyê û hevrikiyê di navbera van aliyan de. Ji ber ku herêm wek rêya enerjiyê ber bi Rûsya û Ewropayê ve gelek girîng e. Hêzên rojavayî dixwazin hegemoya Rûsyayê dorpêç bikin. Lê îhtîmalek din heye ku ev alozî firehtir nebe. Ji ber ku Rûsya û Tirkiye naxwazin bên hember hev. Ji ber ku her du jî piştgiriya aliyên aloziyê dikin. Metirsiyên Îranê ji nêzîkbûna Azerbeycan û Îsraîlê û qutbûna sînorên wê bi Ermenistanê re hene. Tirkiye jî dixwaze hegemoya xwe li wir xurt bike. Dibe ku piştgirî ji her du aliyan re zêde bibe û şerekî demdirêj pêk were lê beyî ku destwerdana biyanî ya yekser hebe.

(şx)