​​​​​​​Xwepêşandanên li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yê vê sibehê derketin behsa xwepêşandanên li herêmên dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, normalîzekirina di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê de û krîza serokatiyê li Lubnanê, kir.

​​​​​​​Xwepêşandanên li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî rojeva rojnameyên erebî ye
21 îlon, 2023   07:06

Rojnameya El Ereb li ser xwepêşandanên li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî nûçeyek bi sernavê′Em nûnerên ji hêla Tirkiyeyê ve tên ferzkirin naxwazin′ nivîsî. Rojnameyê diyar kir ku Sûriyeyiyên li herêmên dewleta Tirk dagir kirine li dijî qaşo ′Îtîlafê′ rabûn û xwepêşandan li dar xist. Ji ber ku ′Îtîlaf′ di destê hêzên herêmî de bi taybet dewleta Tirk bûyek alavek.

Li gorî rojnameyê xwepêşandêran êrişî navenda qaşo ′Îtîlafa Sûriyeyê ya hêz, şoreş û opozîsyonê′ li bakur-rojavayê Helebê kir û ew bi ajantiyê bi nav kir û ji wê daxwaza çûyînê kir.

Li gorî rojnameyê, piştî çend rojan ku ′Îtîlafa Sûriyeyê′ Hadî El Behra serokekî nû erkdar kir, ev xwepêşandan pêk hatin. Di civînekê li navenda ′Îtîlafê′ li Stenbolê de Hadî El Behra hate erkdarkirin.

′NETANYAHU JI BIDEN RE GOT LIHEVKIRINA ′AŞTIYA DÎROKÎ′ BI SIÛDÎ RE PÊKAN E′

Rojnameya El Qudis nûçeyek li ser normalîzekirina di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê de nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji serokê Amerîkayê Joe Biden re got pêkanîna lihevkirina ′Aştiya Dîrokî′ bi Siûdî re mumkin e.

Benjamin Netanyahu Joe Biden

Welîehdê Siûdî mîr Mihemed Bin Selman çarşemê di hevpeyvînekê bi kanala Fox News re got Siûdî her roj ji bo avakirian têkiliyên aştiyê bi Îsraîlê re nêz dibe û di heman demê de Siûdî girîngiyê dide doza Filistînî û hêsankirina jiyana filistîniyan.

Li gorî rojnameya Independent Bin Selman anî ziman ku rêveberiya Biden dan û standinên têkildarî avakirina têkiliyên dîplomasî di navbera Riyad û Til Avîvê de bi rê ve dibe.

′TU PÊŞKETIN DI ALOZIYA SEROKATIYÊ YA LUBNANE DE ÇÊNEBÛ′

Rojnameya El Beyan got valahiya serokatiyê ya Lubnanê 30`yê Îlonê meha xwe 11′an temam dike. ‎Beyî ku nîşaneyên çareserkirinê hebin. Nemaze bi rawestana ku di gera sêyem a nûnerê ‎serokomarê Fransa Jean-Yves Le Drian hefteya borî de derketibû holê. ‎

Rojnameyê diyar kir ku di raporên ku çend saetên dawîn de ji serokatiya Fransayê re hatine ‎pêşkêşkirin, aşkera bû ku helwesta hêzên têkildarî pêkanîna hilbijartinên serokatiyê, hîna hişk ‎e. Ji bo diyalogê ne amade ne.‎

Hin çavkaniyan ji rojnameyê re destnîşan kirin ku piştî serdana dawîn a Le Drian her aliyek ‎propaganda dike ku dikare şandeyên fransî bi helwest û nêrîna xwe îkna bike. Ev nîşan dide ku ‎alozî berddewam e.‎

(fr-şx)