Li rojhilatê Dêrazorê projeyên xizmetguzarî

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê dest bi xebatên xizmetguzariyê li bajarok û navçeyên rojhilatê Dêrazorê kir. Her wiha plansaziyek têkildarî ava vexwarinê û kanalîzasyonê amade dike.

Li rojhilatê Dêrazorê projeyên xizmetguzarî
Li rojhilatê Dêrazorê projeyên xizmetguzarî
Li rojhilatê Dêrazorê projeyên xizmetguzarî
Li rojhilatê Dêrazorê projeyên xizmetguzarî
Li rojhilatê Dêrazorê projeyên xizmetguzarî
Li rojhilatê Dêrazorê projeyên xizmetguzarî
21 îlon, 2023   07:22

Li ser daxwaza xelkê taxa El Betran a rojhilatê Dêrazorê, Şaredariya Gel a bajarokê Bisêra dest bi xebatên sererastkirina torên kanalîzasyonê û dirêjkirina hin xetên din li taxê kir. Şaredarî li bajarok plansaziya projeyên din dike.

Şaredariya Gel a Bisêra bi koordîneya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê dest bi dirêjkirina torên kanalîzasyonê bi dirêjahiya 560 metreyan li taxê kir. Boriyên ku têne bikaranîn bi eşkêla 40 sentîmetre ne.

Li gorî şaredariyê çaverê ye proje di 20 rojan de bi dawî bibe.

Serokê beşa kar û barên pîşeyî ya Şaredariya Gel a Bisêra Selman Ebdawî plansazî û projeyên şaredariyê yên dema bê aşkera kirin. Ebdawî got: “Piştî bidawîbûna projeya torên kanalîzasyonê, em plan dikin ku projeyên din li gundê Berîha yê bajarokê Bisêra pêk bînin.”

Ebdawî wiha domand: “Li gor plansaziya me, em ê pazûnkerên avê li stasyona Deman û stasyona Harîza, stasyona avê ya Tewamiye li bajarokê Bisêra ava bikin.”

Li gor Ebdawî dê 3 projeyên kanalîzasyonê li gundê Deman ê bajarokê Bisêra, sererastkirina stasyona avê û avakirina depoya perzûnkirinê li gundê Deman, her wiha avakirina sûrekî, parzûnkerekê li stasyona Harîza, di demên bê de dest pê bikin.

(şx)

ANHA