Xelkê Firatê sersaxî da malbata şehîd Ala Munzûr Dêman

Bi sedan xelkê herêma Firatê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Dilşîn Şêxo (Ala ‎Munzûr Dêman) û sersaxî da malbatê.‎

Xelkê Firatê sersaxî da malbata şehîd Ala Munzûr Dêman
Xelkê Firatê sersaxî da malbata şehîd Ala Munzûr Dêman
Xelkê Firatê sersaxî da malbata şehîd Ala Munzûr Dêman
Xelkê Firatê sersaxî da malbata şehîd Ala Munzûr Dêman
Xelkê Firatê sersaxî da malbata şehîd Ala Munzûr Dêman
Xelkê Firatê sersaxî da malbata şehîd Ala Munzûr Dêman
Xelkê Firatê sersaxî da malbata şehîd Ala Munzûr Dêman
21 îlon, 2023   06:54

Bi sedan xelkê herêma Firatê sersaxî ji melbata şehîd Dilşîn Şêxo (Ala Munzûr Dêman) re ‎xwest. Şehîd Ala Munzûr Dêman li dijî artêşa Tirk a mêtinger û qirker, heta nefesa xwe ya ‎dawiyê bi wêrekiyeke mezin û ruhê fedaî şer kir û şehîd bû.‎

Konê sersaxiyê li Taxa Şehîd Moro, hatibû vedan. Di bin konê de wêneyê Rêber Apo, wêneyên ‎şehîd Ala Mundûr Dêman hatibûn daliqandin.‎

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Ayşe ‎Efendî axivî û got: "Em bejna xwe li hember şehîdan ditewînin û em ê heta dawiyê li pey ‎xewn û xeyalên şehîdan bin.” ‎

Piştre endamê Meclisa Giştî ya (PYD)ê Salih Nûh axivî û wiha got: "Dem dema tolhildana şehîdên ‎me ye. Serkeftin û destkeftiyên li herêmê hatine bidestxistin bi saya têkoşîn û berxwedana ‎şehîdan e. Bila dijmin bizane, em ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdên xwe bin. Em ê xeta ‎şehîdên xwe bidomînin û destkeftiyan biparêzin." ‎

Her wiha endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêro Mistefa wiha got: “Em soz ‎didin şehîdan ku em ê xeta şehîdên xwe bişopînin, xewn û xeyalên wan pêk bînin.”‎

Di dawiyê de wesîqeya şehîd Ala Munzûr Dêman hat xwendin û radestî malbatê ‎hate kirin.‎

‎(eş)‎

ANHA