​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-9-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-9-2023
20 îlon 2023   23:00

Sadîqeya 91 salî got temen tenê hejmar e û li pêşiya wê nabe astengî ku li ser şopa kurê xwe yê di girtîgehên Tirkiyeyê de ji 30 salan ve li ber xwe dide,  dakeve qadan û li dijî xiyaneta PDK`ê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bang bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ehmed Xoce destnîşan kir ku helwesta PDK'ê ya li hember êrişa li dijî KNK'ê li hundirê bajarê Hewlêrê hevkariya wê nîşan dide û diyar kir ku ev êriş yekitiya Kurdî hedef digire. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji ber siyasetên PDK'ê destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê hatine bidestxistin, rûbirûyî xetereya jidestdanê mane. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên ji Efrînê siyasetên ENKS û PDK'ê yên rewakirina dagirkeriya Tirk û hevkariya ENKS'ê û PDK'ê şermezar kirin û got berxwedana gel dê siyasetên ENKS û PDK'ê têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên Reqa û Dêrazorê piştgiriya xwe ji serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re didomînin. Her wiha destnîşan kirin ku ew di serhildana wan jinan de piştevan in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Herêma Xerbî ya Dêrazorê têkildarî daxwazên xelkê wê, civîneke berfireh li avahiya meclisê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa navçeya Til Hemîsê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê li pêşiya navenda çandî daxuyanî dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)