​​​​​​​​​​​​​​"Em di serhildana we de piştevanên we ne"

Jinên Reqa û Dêrazorê piştgiriya xwe ji serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re didomînin. Her wiha destnîşan kirin ku ew di serhildana wan jinan de piştevan in.

​​​​​​​​​​​​​​"Em di serhildana we de piştevanên we ne"
21 îlon, 2023   03:41

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera yekemîn a serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" û qetilkirina Jîna Emînî bi çalakiyên piştgirîdayînê bi bîr anîn. Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer destnîşan kir ku jinên herêmê piştgiriyê didin serhildana li dijî hişmendiya baviksalariyê.

Edalet Omer destnîşan kir ku pergalên desthilatdar herdem îradeya jinên azad ên ku dixwazin rola xwe di civakê de bilîzin hedef digirin û got: "Ew dixwazin jinan li gor berjewendiyên xwe, ne li gor cewhera wan a rastîn ava bikin."

Edalet Omer der barê qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî de ji aliyê "Polîsa Exlaqê" ya Îranê ve wiha axivî: "Sûcê Jîna Emînî çi bû, wê dixwest bi azadî û cewhera xwe bijî û me dît çawa ew bi awayekî hovane bi navê ol û exlaqê hate hedefgirtin."

Edalet got: "Armanca jinan ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avakirina civakeke exlaqî û siyasî li ser bingeha jiyana hevbeş û edaleta civakî ye. Ji ber wê jî em dibînin her şoreşek bi pêşengiya jinan ji aliyê pergalên desthilatdar ve tê hedefgirtin."

Edalet soza domandina têkoşînê heta rizgarkirina hemû jinan da.

Der barê heman mijarê de endama Meclisa Jinên Sûriyeyê Suhêl Senûh îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina pêşengên şoreşê kir û xalên hevbeş ên di navbera hişmendiya dewleta Tirk a dagirker û rejîma Îranê de di aliyê hedefgirtina jinan de, bi bîr xistin.

Hevseroka Komîteya Aboriyê ya Dêrazorê Îman Reûş piştgiriya xwe ji serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" re nîşan da û soza domandina berxwedan û têkoşînê da û got: "Em di serhildana we de piştevanên we ne."

Her wiha, hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêrazorê Emîne El Salih qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê hikumeta Îranê ve şermezar kir û got: "Armanca qetilkirina wê têkbirina doza jinan e, ji ber ku jin stûnên civakê ne."

(mh)

ANHA