​​​​​​​Piştgiriya jinên filistînî ji bo berxwedana jinan a li Rojhilat û Îranê

Aktîvîstên filistînî piştgiriya berxwedana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir û got di navbera jinên Kurd û filistînî û dozên wan de xaleke hevpar heye û destnîşan kirin ku ew dikarin guhertinê çêkin.

​​​​​​​Piştgiriya jinên filistînî ji bo berxwedana jinan a li Rojhilat û Îranê
19 îlon, 2023   02:36

Desthilata Îranê gef li xizmên qurbaniyên Serhildana Jin, Jiyan, Azadî xwar ku amadekariyên lidarxistina merasîmên bîranînê ji bo zarokên xwe dikirin.

Serhildana gel bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî di meha Îlona par de dest pê kir û li cîhanê deng veda.

‘EM DÊ GUHERTINA ERÊNÎ ÇÊKIN’

Aktîvîsta filistînî û şêwirmenda Yekitiya Erebî-Afrîkî û endama Hevbendiya Jinên Koçber û Penaber a Navneteweyî Fatin El Zehmat nêrîna xwe der barê serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ajansa me re axivî.

Fatin got: “Em bi rêzdarî berxwedana jinên Kurd li Îranê û sembolên jinên Kurd Sakîna Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Hevrîn Xelef û tevahî şehîdên azadiyê silav dikin. Ew ji bo me sembol û pêşeng in ku heta dawiyê helwesta xwe neguhertin û bi lehengî şehîd bûn.”

Fatin wiha domand: “Em ji jinên Kurd re dibêjin, paşde gavê neavêjin. Li ser helwesta xwe bin. Ji ber ku hûn leheng in, xwedî maf in, dê guhertinên erênî yên gelekî girîng çêkin.”

BAWERIYA BI DOZÊ

Fatin diyar kir ku wek jineke filistînî, gelek girîng e hewldanên jinan bibin yek, têkiliyên rast û saxlem li ser asta navneteweyî ava bibin, doza jinan li seranserî cîhanê belav bibe.

Fatin bal kişand ser xala hevpar a di navbera berxwedana jinên Kurd û yên filistînî de û got: “Em xwedî erd û dîrok in. Kokên me yên kûr di Filistîn û Kurdistanê de hene. li pêşiya rêyeke dirêj a têkoşînê heye. Bi vîna xwe em dê bigihêjin armancên xwe. Bi zanabûnê û baweriya bi doza xwe em dê serxwebûna xwe bi dest bixin.”

Her wiha Fatin diyar kir ku bi zanabûnê jin dikarin civata navneteweyî bikin alîgirê doza xwe.

Fatin bal kişand ser rola ragihandinê di berçavkirina dozên Filistîn û Kurdan de û got: “Divê ragihandin xwe bigihîne tevahî beşên civakê, jê pêşengên hişyar ji bo pêşerojê derxe.”

Di dawiyê de Fatin wiha anî ziman: “Em hêvî dikin ku bi hev re li Kurdistanê yan jî li Filistînê serkeftinê bi hev re pîroz bikin. Ji ber ku em xwedî erd û dîrok in. Em hêz û çêkerên guhertina erênî ne.”