Ji Parîsa Mihemmedî û Gelawêj Tahmasbî agahî nayên wergirtin

Li Îranê 2 aktîvîstên Kurd Parîsa Muhammedî û Gelawêj Tahmasbî hatin girtin. Nayê zanîn ku her du jin birine ku derê.

Ji Parîsa Mihemmedî û Gelawêj Tahmasbî agahî nayên wergirtin
18 îlon, 2023   09:18

Bi boneya yekemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê 'Polîsên Exlaqî' yê dewleta Îranê ve, li Îran û gelek welatên cîhanê protesto hatin lidarxistin.

Hat ragihandin ku 2 çalakvanên Kurd Parîsa Mihemmedî û Gelawêj Tahmasbî li Kirmaşan û Sineyê hatine girtin û nayê zanîn birine ku derê.

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw, werzişvan Parîsa Mihemmedî ya ji Kirmaşanê, duh êvarê li ser Kolana Sî Metrî ya bajêr hat girtin. Di heman rojê de hat zanîn ku çalakvana jîngehparêz û çiyager Gelawêj Tahmasbî ya 39 salî ji Sineyê ye û piştî ku ji Îdareya Îstixbarata Sineyê bang lê kiribûn, hatiye girtin.

Hate zanîn ku ji dema girtina wan her du jinên çalakger, der barê aqûbet û cihê lêgirtina wan de tu agahî bi dest neketine.