​​​​​​​Şandeyeke hikumeta Iraqê çû Hewlêrê

Şandeyeke hikumeta Iraqê bi serokatiya şêwirmendê Encûmena Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî serdana Hewlêrê kir. Hate zanîn ku dê bicihanîna lihevkirina ewlehiyê ya Iraq û Îranê bê şopandin.

​​​​​​​Şandeyeke hikumeta Iraqê çû Hewlêrê
18 îlon, 2023   09:00

Vê sibehê şandeyeke payebilind a Hikumeta Federal a Iraqê bi serokatiya şêwirmendê Encûmena Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî serdana Hewlêrê kir.

Nivîgeha Qasim Erecî têkildarî armanca serdanê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin armanca serdanê şopandina bicihanîna lihevkirina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de ye.

Tê payîn şande têkildarî mijarê li gel rayedarên PDK’ê jî bicive.