Çeteyên dewleta Tirk nahêlin xelkê herêmê jiyana xwe ya asayî bidomîne

Di encama êrişên sekvaniyê yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û topbarankirina herêmê de, xelkê bakurê bajarê Minbicê nikarin jiyana xwe ya asayî bidomînin.

Çeteyên dewleta Tirk nahêlin xelkê herêmê jiyana xwe ya asayî bidomîne
17 îlon, 2023   02:06
MINBIC-DICLE EHMED

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji navendên xwe yên li Cerbalusa dagirkirî hema bêje rojane êriş gundên bakurê Minbicê yên li nêzî eniyên şer dikin û topbaran dikin. Çete li dijî xelkê wan gundan êrişên sekvaniyê pêk tînin.

Ji ber êrişên sekvaniyê yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, jiyana asayî li wan gundan bi taybet li gundê El Tûxarê rawestiye. Gundî, nikarin li pêşiya malên xwe rûnin yan jî biçin zeviyên xwe yan jî li nava gung kom bibin. Dewleta Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya Bildiq a ku bi 1 kîlomtre ji gundê El Tûxarê dûr e, bi suîqestê û topbaranê, xelkê gund dike hedef.

Ev baregeh yek ji baregehên herî mezin a dewleta Tirk a dagirker li bakurê Cerablusê ye. Dewleta Tirk a dagirker ji wê baregehê gundên Ereb Hesen, El Tuxar, El Mehsenlî û Ewn El Dadat topbaran dike.

Tevî wan êrişan jî, şêniyên wan gundan dev ji axa xwe bernadin û jê koçber nabin. Şêniyan diyar kir ku tenê di topbaranê de ji gund derdikevin lê piştre dema raweste lê vedigerin.

Ji sala 2016`an ve dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Cerablusê dagir kiriye, rojane gundên bakur û rojavayê Minbicê topbaran dikin û hewl didin wan dagir bikin. Herî dawî ji 1`ê Îlonê ve asta van êrişan zêde bûye, mijulbûna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ku li dijî şaneyên DAIŞ`ê û bazirganên narkotîkê 27`ê Tebaxê ragihandiye, bi kar tînin û hewl didin ku dagirkirina xwe firehtir bikin.

(şx)

ANHA