Xiyaneta PDK`ê li Hesekê hate şermezarkirin

Pêkhateyên Hesekê xiyaneta berdewam a PDK`ê şermezar kir û destnîşan kir ku hevalbendiya wê ya bi dewleta Tirk re, berdewama plana qirkirinê û rewakirina dagirkeriyê ye û divê her kez bizane çiqas PDK`ê ketiye nav xiyanetê û ajantiyê.

Xiyaneta PDK`ê li Hesekê hate şermezarkirin
16 îlon, 2023   16:17
 HESEKÊ

Şêniyên Hesekê û endamên saziyên civaka Sivîl têkildarî hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dewleta Tirk a dagirker re, komkirina hêzên xwe û êrişkirina HPG`ê li çiyayên Kurdistanê daxuyaniyek da.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Farûq Tozo daxuyanî li parka Rêber a Hesekê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di çarçoveya berdewamkirina xeta xiyanetê û hevalbendiya bi dijminên gle kurd re, PDK`ê hêzên xwe kom kirin da ku bi koordîneyeke aşkera ya bi artêşa Tirk re, li Herêmên Parastinê yên Medyayê êriş HPG`ê bike.

PDK`ê û artêşa Tirk ji başûr û bakur êriş dikin da ku HPG`ê dorpêç bikin. Ew hewl didin ku planên xwe li dijî gelê me berdewam bikin û hesabê ji helwesta gel re nagirin ku wan hêzan wek xilaskerê ji dijmin û xayînan dibîne.

Hevkariya aşkera ya PDK`ê bi dewleta Tirk re, erkdarkirina şervanên xwe ji bo derxistina şerekî bêencam di navbera birayan de, îsbat dike ku PDK`ê fermanên dijminên gelê Kurd pêk tîne ku dixwaze hêviyên wî û vîna wî bişikîne. Bi wî çanda binkeftinê bide qebûlkirin. Mîna Başûrê Kurdistanê ku veguherandiye sûkekê bê bermehên nîştimanî.

Ev hêza êrişker zêde dike, rêveberiya siyasî zaîf dike.

Kiryarên PDK`ê, nîşaneya şerekî di nava birayan de ye. Dê tenê bi xwe re êş û qurbaniyan bîne. dewleta Tirk bi tevahî rêbazan dixwaze hêviyên gelê Kurd tune bike û gihaşt asta qirkirinê. Dîrok jî li ser vê şahid e.

Ya xerîb ew e ku Mesrûr Barzanî bang li hêzên derve kir ku di parastina rewabûna Herêma Kurdistanê de alîkariyê bikin. Bi rastî jî derfet da hêzên Tirkiyeyê ku derbasî herêmê bibin. Gelo ev rewabûna ku Mesrûr dixwest pêk bîne lê yan jî rewakirineke diyar a dagirkeriyê ye.

Em kiryarên şermûk ên PDK`ê şermezar dikin. Divê asta ku PDK`ê ketiye nav xiyanet û ajantiyê bê naskirin.”

(şx)