Çalakiyên li hember tecrîdê berdewam in

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan çalakiyeke konvedanê bi dirûşma “Azadiya Serok Apo misogeriya Aştiyê li Rojhilata Navîn e” li dar xist.

Çalakiyên li hember tecrîdê berdewam in
Çalakiyên li hember tecrîdê berdewam in
Çalakiyên li hember tecrîdê berdewam in
Çalakiyên li hember tecrîdê berdewam in
Çalakiyên li hember tecrîdê berdewam in
16 îlon, 2023   13:27
HESEKÊ

Li hember tecrîda girankirî ya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz dike, çalakiyên şermezarkirinê li gelek herêman li dar dikev.

Di vê çarçoveyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi koordîneya Saziyên Sivîl ên navçeya Dirbêsiyê çalakiya konvedanê li çerxerêya Jin a li naverasta bajêr li dar xist.

Îro rêxistinên jinan, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û şêniyên navçeyê tev li çalakiyê bûn.

Hevserokê Meclisa Bajarokê Til Kermî Danyel Şêxî axivî û got: “Bi saya raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a biratiya gelan, pêkhateyên herêmê di nav ewlehiyê û aramiyê de ne.”

Danyel li hember tevahî aliyên li dijî vê projeyê ne banga berxwedanê û birêxistinkirinê li ser bingeha projeya neteweya demokratîk, kir.

Danyel tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û soz da ku şopdarên raman û felsefeya wî bin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

Çalakiya konvedanê wê heta du rojan berdewam bike. Wê şaneyên gelek sazî û meclisên navçeyê tev lê bibin û dê bi xwepêşandanekê bi dawî bibe.

(şx)

ANHA