Xelkê Minbicê cenazeyê şehîd Nûcan Ocalan oxir kir

Şêniyên Minbicê û gundewarê wê, cenazeyê şehîd Nûcan Ocalan oxir kir û destnîşan kirin ku hedefgirtin, vîna wan naşikîne. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan û berxwedana li hember dagirkeriyê dan.

16 îlon, 2023   15:29
MINBIC

Endamên Rêveberiya Sivîl, komîteyên girêdayî wê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Jinan, xet û meclisên sivîl, rûspiyên êlan, endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, rêxstinên civaka sivîl û bi sedan xelkê bajêr tev li merasîma oxirkirina şehîd Nûcan Ocalan bûn.

Merasîma oxirkirina cenazeyê şervana YPJ`ê Şîlan Mihemed Ehmed (Nûcan Ocalan) li goristana Şehîdan a Minbicê li dar ket.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Izo axivî û got fedakariyên şehîdan mertalê asê yê welat in, ji bo nifşên bê minare ne û sembolên neteweyî û serfiraziyê ne.

Dûre endama Meclisa Leşkerî ya Jinan Fatme Mihemed axivî û diyar kir ku bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” soza jinan e ku serdema 21`an bikin serdema şoreşa jinan.

Fatme soz da ku têkoşîna jinan, berdewam e ta ku tevahî herêmên dagikirî bên rizgarkirin û jin tevahî ji zulm û zordestyê û koletiyê xilas bibin.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê Farûq El Maşî bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got: “Em li cihekî pîroz in. Şehîdên me bingeha têkoşîn û meşelaya azadiyê ne. Bi saya fedakariyên wan, komployên li dijî herêmê bi bin ket. Em spasiya QSD`ê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, ciwan û xelkê xwe dikin ku li pêşiya dijmin bûn dîwarek ku nayê şikandin.”

Hevseroka Meclisa Qanûsaz Sîham Hemo jî bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê axivî û got: “Duh salvegera 9`an êrişa çeteyên DAIŞ`ê li dijî Kobanê bû. Bajarê ku jin di refên pêşîn li dijî DAIŞ`ê de bû. Ji bo tola wan hêzên terorîstan, îro hevalên me hatin hedefgirtin. Dîroka terorê û çeteyan her tim dubare dibe, ji bo ku vîna jinên azad û gelên azadîxwazin bişikînin.”

Sîham da zanîn ku kesek nikare Roja wan tarî bike û li hember êrişan dê vîna we xurt bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.

Sîham wiha domand: “Em û hêzên xwe yên leşkerî û rêveberiya xwe ya sivîl yek in. Bi xelkê xwe re hevgirtî ne. Kes nikare ewlehiya herêmên me têk bibe.”

Dûre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El Îdo wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Navenda Ragihandinê ya YPJ`ê ragihandibû ku endama Fermandariya Meclisa Leşkerî ya YPJ, endama Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervîn Serdar tevî du şervanan; Nûcan Ocalan û Canda Cûdî di êrişa balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyan wan de duh li Minbicê şehîd bûbûn.

(şx)

ANHA