Şêniyên Herêma Firatê şehîdên berxwedana dibistana Serzûrî bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên herêma Firatê, lehengên berxwedana dibistana Serzûrî bi bîr anîn ku dema DAIŞ`ê xwest Kobanê kontrol bike, li hember çeteyan li ber xwe dan û çalakiyeke fedaî li dar xist. Ev çalakî destpêka bidawîbûna DAIŞ`ê bû.

Şêniyên Herêma Firatê şehîdên berxwedana dibistana Serzûrî bi bîr anîn
16 îlon, 2023   13:35
KOBANÊ

Li Goristana Şehîd Dîcle ya başûrê Kobanê ji bo bîranîna şehîdên berxwedana dibistana Serzûrî merasîmek li dar ket.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şêran a kantona Kobanê, Silava Bekî di merasîmê de daxuyanek da.

Xelkê kantonê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê tev li merasîmê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Çeteyên DAIŞ`ê, 2014`an êriş Kobanê kir û xwestin herêmên me wêran bikin û gelê Kurd tune bikin. Ew beşeke komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bû. Wan xwest Lozaneke din binivîsîn ku heta niha em berdêla wê didin.

Dewleta Tirk a dagirker piştgiriya êrişên DAIŞ`ê kir, lê dîsa bi bin ket. Parêzvanên Kobanê destanên lehengiyê nivisîn. Yek jê berxwedana dibistana Serzûrî ku 12 şervanên YPG û YPJ`ê yek ji xweştirîn destanên lehengiyên nivisîn. Heta dawiyê ji bo parastina Kobanê li ber xwe dan û çalakiyeke fedaî li dar xist ku DAIŞ`ê têk bir beriya ku derbasî bajêr bibe.

Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku rojek ji bo piştgiriya Kobanê diyar kir, van êrişan rawestîne. Ji ber ku tenê dirûşm têrê nake. Herêm hîna bi xetere û gefan re rû bi rû ye.”

16`ê Îlona 2014`an, komeke şervanên YPG û YPJ`ê bi pêşengiya fermandar Peyman Kobanê li dibistana Serzûrî yê rojhilatê Kobanê çalakiyeke fedaî li dar xist û nehiştin çeteyên DAIŞ`ê ber bi Kobanê ve bi pêş kevin. Ew çalakî, DAIŞ li ber tixumên bajêr, têk bir.

(şx)

ANHA