`Serkeftin dê para gerîla be ji ber ku ew xwedî maf û doz in`

Endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Firatê destnîşan kir ku berxwedana gerîla dîrokeke nû ya gelê herêmê nivisî. Her wiha gotin dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi hemû rêbazan gelê herêmê qir bike, ji ber wê jî divê gel bi hevgirtinekê piştgirî bide hêzên xwe.

`Serkeftin dê para gerîla be ji ber ku ew xwedî maf û doz in`
15 îlon, 2023   00:45
KOBANÊ

Helwestên gel ên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji 9'ê Îlonê ve roj bi roj zêdetir dibin, nexasim piştî ku nekarî ji dorpêça ku artêşa wê li herêma Metîna û rojavayê Zapê asê maye, xilas bibe.

Endama Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Leyle Ehmed got: "Lehengiya gerîla û berxwedana wan tiştekî bêhempa ye, wan çavê dijmin şikand û rê nedan wî ku Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike. Em îro bi saya wan gerîlayan dijîn."

Leyle Ehmed wiha domand: "Divê gelê herêmê ji xwe bipirse, gerîla ji bo kê şer dikin? Ji bo kê sîngê xwe didin çekên kîmyewî? Ma ne ji bo ku rûmeta gel biparêze?"

Endama Tevgera Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn a Herêma Firatê Perwa Kenan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan şerê gelê herêmê dike û hewl dide wî ji herêmê derxe, lê îro rewş cuda ye, îro gel îradeya xwe ji gerîla û berxwedana wan werdigire.

Perwa wiha lê zêde kir: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide nasnameya me winda bike, ji ber wê jî ew hunermendan destgirî dike û her kesê li dijî xwe înkar dike. Lê belê ew heta niha nikare tu pêşketinan li ser hesabê gerîla bi dest bixe ji ber ku gerîla xwedî maf û doz in.”

Her wiha, endama Tevgera Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn a Herêma Firatê Karîn Omer bang li gelê herêmê kir ku li hember dagirkeran di serî de dewleta Tirk a dagirker bibe yek, ji ber ku erka parastina herêmê erka her kesî ye ne tenê yê gerîla ye û got: “Êdî dem dema serhildana li dijî dagirkeriyê û destekdayîna gerîla ye.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê aşkera kiribû ku artêşa Tirk a dagirker ji 9’ê Îlonê de êrişên hewayî yên giran li dijî herêmên Metîna û qada şehîd Delîl a rojavayê Zapê pêk tîne.

(mh/şx)

ANHA