Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan di meşê de soz da ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berxwedan û têkoşîna xwe mezin bikin.

Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
14 îlon, 2023   12:11
QAMIŞLO

Şêniyên Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan meşek ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dar xist.

Meş ji pêş avahiya Kongra Star dest pê kir. Di meşê de şêniyên Tirbespiyê, bajarok, gundên wê, endamên ciwanên şoreşger û jinên ciwan, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, şêx û rûspiyên eşîran beşdar bûn. Welatiyan di meşê de pankartên ′Em ê bi rihê serketina Dêrazorê tecrîdê bişikînin′ û ′Di cenga azadiyê de bi ser kevin′ û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan.

Meş li sûka navendî ya Tirbespiyê geriya û beşdaran diruşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan berz kirin.

Piştî welatî gihaştin ber avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li rojavayê Tirbespiyê vegerî mîtîngê. Li wir endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Tirbespiyê Kînda Kenan siyasetên tecrîdê û îşkenceyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Kînda diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst bi rêya girankirina tecrîdê hewl dide fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji gelên pê bawer qut û dûr bixe.

Kînda li dawiyê got: "Em ê bi rêxistinkirina civakê, ciwan û jinên ciwan li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî tê bikoşin û fikrên Rêber Abdullah Ocalan ku rêya azadiya gelên bindest ronî bikin."

(fr)

ANHA