Rojnamevanan rewşa xwe di nava pêvajoya heyî de nîqaş kirin

Di komxebata Yekitiya Ragihandina Azad de hedefgirtina rojnamevan, berovajîkirina bûyeran li herêmê, parastina rojnamevanan û rola rêxistinên navneteweyî hatin nîqaşkirin.

Rojnamevanan rewşa xwe di nava pêvajoya heyî de nîqaş kirin
Rojnamevanan rewşa xwe di nava pêvajoya heyî de nîqaş kirin
Rojnamevanan rewşa xwe di nava pêvajoya heyî de nîqaş kirin
Rojnamevanan rewşa xwe di nava pêvajoya heyî de nîqaş kirin
Rojnamevanan rewşa xwe di nava pêvajoya heyî de nîqaş kirin
Rojnamevanan rewşa xwe di nava pêvajoya heyî de nîqaş kirin
Rojnamevanan rewşa xwe di nava pêvajoya heyî de nîqaş kirin
14 îlon, 2023   11:46
QAMIŞLO

Yekitiya Ragihandina Azad(YRA) li nivîsgeha xwe ya li bajarê Qamişlo komxebatek der barê hedefgirtina rojanemevanan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berovajîkirina bûyeran li gorî hin aliyên derveyî herêmê, rola rêxistinên navneteweyî di parastina rojnamevanan de û ragihandina herêmî çawa dikare xwe biparêze de, bi amadebûna rojnamevanên li herêmê li dar xist.

Di komxebatê de Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad Dilyar Cizîrî axivî û diyar kir ku wan ji bo bûyerên ku tê de rojnamevan û xebatkarên ragihandinê tên hedefgirtin, bi taybet bûyera herî dawî ya hedefgirtina seyareya Jin Tv hewldan kirin ku dengê xwe bighînin saziyên navneteweyî û got: “Metirsiyên me ji vê rewşê heye, me bi hevkariya Sendîqeya Parastina Rojnamevanan a Misrî re komîteyek bi navê “Komîteya Şopandina Rastiyan” ava kir. Dê ev komîte bûyerên ku rojnamevan rastê wê hatine li herêmê belge bike û bi raporekê radestî aliyên peywendîdar bike.”

Piştre Rojnamevan Ehmed Mihemed jî axivî û diyar kir ku divê hedefgirtina rojnamevanan di milê leşkerî de tenê neyê dîtin, gelek zext ser çapemeniyê hene. Hetanî bi êrişî pêlên radyoyan dikin, berpirsên radyoyan neçar dimînin her çend mehan biguherin û wiha pê de çû: “Ji bo mijara şopandina rewşên şer de jî divê her rojnamevanek perwerdeya xweparastinê bibîne, li qadên ku lê êriş hene li gorî aliyên leşkerî tev bigere. Her wiha ji bo parastina ji balafirên bêmirov ên bi çek jî divê şêwazeke din ên dan û stendê bi saziyên xwe re peyda bikin, zêde şêwazê veşartî bi kar bînin.”

Ehmed Mihemed di axaftina xwe de bal kişand ser girtina malperên televîzyon û ajansan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û da zanîn ku divê bi hevkariya yekitiyê çareseriyek ji van êrişan re bê dîtin û wiha dom kir: “Divê rojnamevanên li herêmê li beramberî derew û berovajîkirina bûyerên ku tên weşandin xwe zêdetir birêxistin bikin.”

`ÇÛYÎNA HER ROJNAMEVANEKÎ XISARET E`

Paşê rojnamevan Ebdulhelîm Silêman jî diyar kir ku ji 2012`an ve hedefgirtin û êrişên dijî rojnamevanan li herêmê heye, bi guhertina pêvajoyan re ev êriş jî tên guhertin. Hêzên ku êrişan pêk tînin, ji wan rojnamevanan bi tirs in.

Ebdulhelîm Silêman da zanîn ku divê rojnamevan ji bo gel û herêma xwe, xwe di warê hiqûqî û zanyarî de kûr bikin û destnîşan kir ku parastina fîzîkî di şopandina bûyeran de pêwîst e girîng bê dîtin û got: “Ji ber çûyîna her rojnamevanekî xisaret e.”

Ebdulhelîm Silêman bal kişand ser Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” û got: “Derxistina tevlîheviyê yek ji projeyê dewletan bû, ji bo rêgirtina ber berovajîkirina bûyerê û birina wê aliyê fitneyê diviyabû rojnamevan hatibana hişyarkirin.”

Rojnamevan Samya Kurdî jî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker jî ji aliyekî din ve dijî herêmê dewam dikin, pêwîst e rê li ber bê girtin û wiha got: “Divê em bi raporan dengê xwe li hemberî van êrişan bilindtir bikin.”

Rojnamevan Fexrî Mihemed der barê kiryar û êrişên dewleta Tirk a dagirker de got: “Her tişt li herêmê ji dewleta Tirk re hedef e, divê em wî xeter bibînin. Divê em çanda xwe ya ewlehiyê zêdetir bikin.”

Hevserok Nivîsgeha Ragihandinê ya Herêma Cizîrê Hogir Necar jî da zanîn ku rapora ku dê bê amadekirin ji aliyê yekitiyê ve divê bêhtir bi hûrgilî bin, bûyer bi şîroveyekê ji gelek aliyan ve bê tomarkirin û got: “Divê komîteya hatiye avakirin bi raporan kar û xebatê xwe bi rojnamevan re bidin diyarkirin.”

Necar bal kişand ser xweparastina rojnamevanan û got: “Pêwîst e rojnamevan bêyî mertalê parastinê derbasî qadên lê êriş hene, nebin.”

Rojnamevan Fadil Mihemed jî axivî û bal kişand ser bûyera herî dawî li Dêrazorê û berovajîkirina hin kenalên derve ji bûyerê re û wiha berdewam kir: “Dîmenên nerast li ser malperan hatin bikaranîn, di wan dîmen û wêneyan de jin kirin hedef. Gelek malper hene navê herêman li xwe kirin û xwe kirine cihê rastiyê ji şêniyên wan herêman re, divê rê li ber van xirabkaran bê girtin.”

`DIVÊ ROJNAMEVAN HEBÛNA XWE BI NIRX BIBÎNE`

Rojnamevan Ebduselam Mele Emîn jî di komxebatê de axivî û da zanîn ku daxuyaniyên rêxistinên navneteweyî di çarçoveya gotinan tenê de dimîne, lê di heman demê de ew sûc ser serê dewletan de kom dibin.

Ebduselam bal kişand ser xweparastina rojnamevanan û got: “Divê ew rojnamevan rastiya xwe ya bi nirx bibînin. Ji ber em mafdar in, em ji xwe bawerin. Bi vî rihî jî divê em bûyerên ku rû didin li herêmê belge bikin.”

Rojnamevan Şêra Osê axivî û diyar kir ku ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê heta niha bûyer ji aliyê hin aliyan ve rastî berovajîkirinê tên, li ser beşek ji rojnamevanên li herêmê jî şerê taybet tê meşandin. Ev rojnamevan divê bên rexnekirin.

(sb)

ANHA