Navenda Cemîl Horo ji ber wefata hunermend Beytocan sersaxî xwest

Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horor ya Helebê ji ber wefata hunermend Beytocan daxuyanî da.

Navenda Cemîl Horo ji ber wefata hunermend Beytocan sersaxî xwest
14 îlon, 2023   12:18
HELEB

Hunermendê Kurd Beytocan di temanê xwe yê 68 salî,  roja 12′ê Îlonê ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.  Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horor ya Helebê û Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan li navenda Cemîl Horo ya li taxa Eşrefiyê kom bûn û daxuyanî da. Rêvebera navenda Cemîl Horo Hediyat Osman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi navê Tevgera Cemîl Horor û Navenda Şehîd Berçem em sersaxiyê ji malbata hunermendê mezin ê nemir Beytocan û tevahî hunermendên Kurdistanê re dixwazin.

Hunermend Beytocan sala 1955′an li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bû. Yek ji hunermendên nûjen di qada hunera kurdî de ye. Hunermend Beytocan gelek stran nivîsandin û saz kirine û bi stranên xwe yên evînî û neteweyî dihat naskirin. Strana wî ya yekemîn bi navê ′Agir ketiye dilê min′ bû.  Hunermend Beytoca di rêwitiya xwe ya hunerî ya zehmet de çar album derxistin. Piştî darbeya 12′ê Îlonê ji ber hunera xwe û çalakiyên xwe hat girtin û 6 salan di girtîgehê de ma. Di salên dawîn de bi nexweşiya penceşêrê ket û di encamê û wefat kir. Bi wefata wî me meqamek mezin a hunerî ji dest da."

(bb)

ANHA