Piştî hilbijartinên lîstikê El Behra dibe serokê "Îtîlafê′

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên îro de cih dan hilbijartinên "Îtîlafê", serdana fermandarê artêşa  Sûdanê ya li Enqere û rewşa Lubnanê.

Piştî hilbijartinên lîstikê El Behra dibe serokê "Îtîlafê′
14 îlon, 2023   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar a Lubnanê,  "Hilbijartinên Îtîlafê" û encamên wê yên dûrî kamereyên çapemeniyê bi nûçeyeke bi sernavê "El Behra dibe serokê ′Îtîlafê′: Hilbijartinên ′lîstik′ opozîsyonê sererast dike′′ wesifand. Hate gotin, Hadî El Behra du peywir girtine; yek serokê ′Îtîlafê" û ya din hevserokê şandeya opozîsyonê ya ′Komîteya Destûrî′ ye ku çavrê ye di du mehên bê de careke din dest bi kar bike.

Li gorî nivîsê, hilbijartin beriya wextê xwe bi derdora mehekê pêk hat, beriya wê jî nakokiyên navxweyî di navbera opozîsyonê de çêbûbûn. Her wiha hate destnîşankirin ku bi talîmatên Tirkiyeyê El Behra li şûna Salim El Miselit hat hilbijartin. Rojnameyê diyar kir ku Enqere qebûl nekir guhertinan di rêziknameya El Miselit de de pêk bîne.

′EL BURHAN HÊVIYÊN KEVIN ÊN ENQERE YÊN LI ROJHILATÊ SÛDANÊ VEDIGERÎNE′

Rojnameya Ereb diyar kir ku serdana fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetal El Burhan li Enqereyê ku roja çarşemê pêk hat, birîneke kevin a Sûdanê vekir û hêviyên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi bîr anîn. Hate gotin, Erdogan bi armancên aborî ku li pey xwe armancên leşkerî vedişêre, dixwaze careke din li bendera Sewakin a rojhilatê Sûdanê bi cih bibe.

Li gorî rojnameyê, hevdîtina El Burhan û Erdogan li ser zemîneke paragmatîk a qebe pêk hat. Her wiha hate gotin, ′′Her du kes dikarin xizmetê ji hev re bikin. El Burhan li pêşberî astengiyên mezin e, nemaze ku artêşa wî li hember hêzên Piştevaniya Lezgîn derbên mezin xwar, pêwîstiya wî bi desteka leşkerî û sûdgirtina ji karanînên Tirkiyeyê yên di qada balafirên bê mirov de heye. Erdogan jî dev ji xeyalê xwe bernedaye ku dixwaze bi rêya deriyê Sewakin, nêzî Deryaya sor bibe."

′TÊKILDARÎ DIYALOGAN, MÎSYONA LE DRIAN RASTÎ ÎTÎRAZÊN LUBNANÎ HAT′

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya El Şerq El Ewast got, nûnerê serokatiyê Fransayê Jean-Yves Le Drian hêzên siyasî yên Lubnanê ber bi tevlêbûna diyalogan ve didehfîne da ku valahiya cihê serokatiyê bi dawî bike. Her wiha hate gotin: "Le Derian roja çarşemê li Beyrûtê got, diyalog rêya yekane  ya bidawîkirina aloziyê ye. Lê nikarî tevahî koman bi vê yekê bide îqnakirin. Parlamenterê ′Guhertin′ daxwaza serokok kir ku karibe ji qonaxê re bibe bersiv. Serokê berê yê Partiya Pêşverû ya Sosyalîst Welîd Canbulat û Hizbullah piştgirî dan banga diyalogan."

(bb)