​​​​​​​'Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê li qadên têkoşînê bin′

 Endamên Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê tecîrda li ser Rêber Abdullah Ocalan wekî tecrîda li ser jinan nirxandin û gotin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê jin li qadên çalakiyan bin.

​​​​​​​'Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê li qadên têkoşînê bin′
13 îlon, 2023   23:35
ŞEHBA

Endamên Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî soza mezinkirina têkoşînê da.

Emel Îsmelî tecîrda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Tecrîdeke giran li ser kesayeta Rêber Apo tê meşandin û tu agahiyan li ser rewşa wî nadin. Her wiha qedexeya hevdîtinê 6 mehên din dirêj kir.  Ev sûcekî dermirovî ye. Li hemberî vê yekê jî saziyên qaşo mafên mirovan diparêzin bêdeng in.′′

Emel Îsmelî anî ziman ku ew li ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mezin bûne û dibêjin ji tecîrdê re êdî bes e.

Emel bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan û tevahî girtiyên siyasî erkên xwe bi cih bînin û got: "Heya agahiyek ji Rêber Apo neyê girtin em ê her tim li ser pêyan bin."

Elîf Mihemed jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker siyaseteke qirêj dimeşîne û tevî ku saziyên mafên mirovan hene jî lê tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin.

Elîf Mihemed got, armanca rejîma Tirk ji tecrîdê ew e ku nehêle ramanê Rêber Abdullah Ocalan li cîhanê belav bibe û wiha domand: ′′Lê em bi fikr û felsefeya Rêber Apo mezin dibin.Em tecrîdê şermezar dikin û em jin ku her tim li qadan bin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi ji me were xwestin em ê bikin."

Leyla Îbiş diyar kir ku tecrîda ku li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin li ser tevahî gel e û got: " Tecrîda li ser Rêber Apo bêadeletî ye, yên ku bi edaletê bang dikin li ku derê ne. Projeya ku Rêber Apo ji bo jinê bingeh girtiye azadiya jinê ye. Ji ber vê jî em ê jî ji bo azadiya Rêber Apo heya dawiyê tê bikoşin.′′

Newroz Heşêm  tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan Apo şermezar kir û wiha axivî: " Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin ji bo tunekirin felsefeya wî ye. Bi  nameya tehdîdê wê nikarin me ji Rêberê me qut bikin. Tevahî pêkhate li ser fikr û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dike.′′

Newroz bang tevahî jinên cîhanê jî kir û got: " Rêber Apo ji bo azadiya jin şoreşek rakiriye, divê em jî ji bo azadiya Rêber Apo ya fizîkî têkoşînê bilind bikin. Heya Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe divê rûniştin nebe."

(zş/bb)

ANHA