Telat Yûnis: Me bi hev re komployeke mezin têk bir

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis destnîşan kir ku tedbîrgirtinên leşkerî û ewlekarî û civakî yên herêmê, komployeke mezin a li dijî herêmê têk bir, her wiha soza domandina parastina ewlehiya herêmê da.

Telat Yûnis: Me bi hev re komployeke mezin têk bir
13 îlon, 2023   18:43
QAMIŞLO

Di çarçoveya civînên ku Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê li gel şêniyên bajarok û navçeyên kantona Qamişlo li dar dixe de, însiyatîfê civînek bi şêniyên navçeya Amûdê re li dar xist û di civînê de rewşa siyasî û civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şîrove kir.

Civîn li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeyê bi beşdariya şêniyan hat lidarxistin, civîn ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis û rêvebera PYD'ê ya Amûdê Minewir Xalid ve hat birêvebirin.

SIYASETÊN QIRKIRINÊ LI DIJÎ GELAN TÊN MEŞANDIN

Di serî de Telat Yûnis wiha axivî: "Gelê me êdî bûyerên li herêmê bi awayekî baş dinirxîne, lê belê bêguman divê her bûyerek bi zêdetir baldarî û kûrtir bê nirxandin nexasim wek bûyerên li Dêrazorê û deverên dagirkirî û êrişên rojane yên li dijî herêmên me."

Yûnis destnîşan kir ku dijmin êdî her tim komployan li dijî îradeya Kurdan û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û seranserî Kurdistanê amade dike û got: "Li ser vê bingehê jî ew siyasetên qirkirinê rojane li dijî îrade û tevgera me dimeşanîne."

Yûnis diyar kir ku siyasetên guhertina demografiyê li deverên dagirkirî û êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî hemû herêmê tev bi yekbûna hêzên derve û bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk û îradeya gelên herêmê û peydakirina fîtneyê di nav pêkhateyên herêmê de ne.

HERÊM LI PÊŞIYA KOMPLOYEKE MEZIN BÛ

Der barê bûyerên Dêrazorê de Yûnis got: "Em bûyerên Dêrazorê wek komployekê bi armanca peydakirina fîtneyê di nav pêkhateyên herêmê de dibînin. Ev komplo jî di encama civînên Astana û civîna çaralî ya Rûsya, Îran, Tirkiye û rejîma Sûriyeyê de derket, ku naveroka wan civînan têkbirina Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi hevkariyeke siyasî, leşkerî, ragihandinî û îstixbaratî bû."

Yûnis diyar kir ku wan aliyan li şûna ku li çareserkirina kirîza Sûriyeyê li hev bikin, wan li ser têkbirina îradeya gelan û projeya wan a demokratîk li hev kir û got: "Dema ku doz, doza Kurdan be hemû alî tevî nakokiyên xwe dibin yek, bûyerên Dêrazorê hewldana peydakirina şerekî navxweyî û têkbirina aramiya herêmê bûn.”

"ME KOMPLOYÊN WAN TÊK BIRIN"

Yûnis wiha lê zêde kir: "Nirxandina baş a van bûyeran û tedbîrgirtinên xurt ên ewlekarî, leşkerî û ragihandinî û operasyona QSD'ê ev komplo têk bir. Lê belê planên wan dê her li dijî herêmê bên danîn, ew ê dîsa hewl bidin ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibin. Ji ber wê jî divê em hîn zêdetir amade bin da ku em planên li dijî hebûn û îradeya me têk bibin."

Yûnis der barê hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û ENKS'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re got: "PDK û ENKS'ê siyaseta tirkkirin û guhertina demografiyê li deverên dagirkirî û êrişên rojane yên li dijî herêmên me û çiyayên azadiyê rewa kiriye, ji ber wê jî em rû bi rûyî dijmin û xiyanetê ne."

"EM HEWL DIDIN HEVGIRTINA GELÊ XWE PÊŞ BIXIN"

Der barê daxuyaniyên hikumeta Şamê ya li dijî Rêveberiya Xweser de Yûnis got: "Rejîma Sûriyeyê hewl dide Rêveberiya Xweser bi kirîzên civakî û aborî yên herêmê gunehbar bike, her wiha hewl da bi rêya erdheja li herêmê qewimiye têkiliyên xwe bi dewletên derve û yên ereban re vegerîne."

Di dawiya axaftina xwe de Yûnis helwesta eşîrên ereb û şêniyên herêmê ya li hember bûyerên Dêrazorê silav kir û got: "Piştgiriya gel a ji bo QSD û Rêveberiya Xweser ew plan têk birin. Em jî hewl didin vê hevgirtina gel pêş bixin û amadekariya civînên berfireh bi şênî, rûspî û serokeşîrên herêmê re dikin, da ku em rewşa herêmê ya leşkerî û rêveberî bi armanca parastina ewlehiya herêmê careke din binirxînin."

(mh/şx)