PDK’ê gelek wesayîtên zirxî veguhastin Sîdekan

Îro êvarê nêzî 200 wesayîtên zirxî ku tê de hemû cûre alavên leşkerî yên giran hene ji Deşta Heyatê û beşek jî ji Deşta Herîrê ber bi navçeya Sîdekan a Biradostê ve hatine şandin. Beşek wê gihiştiye Sîdekan.

PDK’ê gelek wesayîtên zirxî veguhastin Sîdekan
13 îlon, 2023   18:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên cihê baweriyê ji ajansa ANF’ê ragihandine, îro êvarê PDK`ê di serkêşîkirina ji bo dagirkeriya dewleta Tirk de xwe paşve nade û nêzî 200 wesayîtên ku tê de gelek cûreyên çekên giran weke doçka, top û hwd, herwiha tank û panzer ji du cihan ber bi navçeya Sîdekan a herêma Biradostê veguhestiye.

Li gorî heman çavkaniyê beşek ji wan wesayîtan ji Deşta Heyatê ya herêma Biradost hatiye şandin. Beşa din jî ji herêma leşkerî ya Deşta Herîrê ya nêzî Hewlêrê hatine şandin.

Çavkaniyan ragihandin ku li gorî gotegotên qadê tê payîn ku ew armanca tevgera han a PDK’ê êrişkirina herêma Goşînê, Gewriya Sînga û Gewriya Berbizînê ye.