Îsraîlê gundewarê bajarekî sûriyeyî topbaran kir: Kuştî û birîndar hene

Di topbarana Îsraîlê li dijî navendên parastina hewayî yên li gundewarê Tartûsê de, 2 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 6 din birîndar bûn.

Îsraîlê gundewarê bajarekî sûriyeyî topbaran kir: Kuştî û birîndar hene
13 îlon, 2023   17:39
NAVENDA NÛÇEYAN

SANA`yê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyek leşkerî ragihand ku artêşa Îsraîlê saet di 17:22`yan de navendên parastina hewayî yên li Tartûsê bi moşekan topbaran kiriye.

Di encamê de li gor SANA`yê, 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 6 din birîndar bû.

(şx)