Mamosteyên Başûrê Kurdistanê xwendina sala 2023-2024′an boykot kir

Bi dehan mamostayên Silêmaniyê, Kelar, Helece, Koye ji ber nedana mûçeyan çalakî kirin û boykot ragihand û got heya mûçeyên wan neyên dayîn, ew naçin dibistanan.

Mamosteyên Başûrê Kurdistanê xwendina sala 2023-2024′an boykot kir
13 îlon, 2023   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî bernameya xwendinê, îro bi fermî hemû dibistanên Herêma Kurdistanê dest bi xwendinê dikin. Lê ji ber Hikumeta Herêma Kurdistanê mûçeyên karmend û mamostayan belav nake, roj bi roj boykota mamoste û karmendan berfireh dibe.

Divê çarçoveyê de bi dehan mamoste li ber derê avahiya Rêveberiya Perwerde ya Silêmaniyê, dijî nedana mûçe kombûn û çalakiyek lidarxistin.

Mamostayan ragihand ku heya mafên wan yên darayî neyê pêşwazîkirin û mûçeyê wan neyê dayîn, ewê neçin dibistanan û waneyê nedin xwendevanan.

Li naveçeya Kelar a Germiyanê ji beriya niha karmendên şaredarî, dadgeh û tendirustiyê ji ber nedana mûçe boykot ragihandibûn. Îro li navçeyê beşek ji mamostayan jî bi heman armancê boykot ragihandin.

Mamostayên Kelarê diyar kir heta mafên wan ên darayî neyên dayîn ew ê dawî li boykotê neyînin.

Bi heman armancê mamostayên wanebêj ên parêzgeha Helebce jî li ber avahiya Rêveberiya Perwerdeya Helebce kom bûn û boykota proseya xwendinê ragihandin.

Di çalakiyê de li ser navê mamostayan, mamoste Selahedîn Zelmî daxuyanî da û got: “Em jî piştgiriyê didin tevayî dengên nerazî da ku rêz li rûmeta tevayî mamostayan were girtin. Em daxwaz ji tevayî dengên nerazî dikin hevkariya me bikin daku bigihîn armanc û daxwazên xwe.”

Di vê çarçoveyê de Serokê Sendîkaya Tendirustiyê ya Silêmaniyê Hawjîn Osman di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ji derveyî beşa lezgîn, navendên beşa lezgîn ên nexweşxaneya Şar, nexweşxaneya zarokan û beşa lênêrîna giran, li tevayî navendên din ên tendirustiyê boykota giştî radigihînin.

Di dewamê de Hawjîn Osman got: “Me sê roj dem dabû hikûmetê, ji ber xemsarî û guh nedana daxwazên me, em gihiştin vê biryarê. Ev jî take şêwaze ji bo mafên xwe yên rewa bidest bixin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ev zêdetirî du meh e karmendên saziyên Herêma Kurdistanê mûçeyên xwe wernegirtine. Hikûmetê ji bo dayîna mûçe jî tu demek diyar nekiriye.