Leşkerên Şamê gule li xwepêşandêrên Siwêdayê barandin

Leşkerên hêzên hikumeta Şamê gule li xwepêşandêrên Siwêdayê barandin û di encamê de weke bîlançoya destpêkê 3 kes birîndar bûn.

Leşkerên Şamê gule li xwepêşandêrên Siwêdayê barandin
13 îlon, 2023   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Siwêda 24, ji hundirê avahiya Partiya Baasê ve da ku xwepêşandêrên hewl didan careke din avahiyê bigirin, gule li xwepêşandêran hate barandin, di encamê de weke bîlançoya destpêkê 3 kes birîndar bûn.

Birîndaran rakirin nexweşxaneyên Şehba û Siwêdayê.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), piştî bûyerê, komeke mezin ji xwepêşandêran tevî oldaran berê xwe da avahiya partiyê, hemwextî wê jî di nava xwepêşandêran de hêrsek hebû.

(fr)