Jinên Hesekê piştgirî da xwepêşanên Siwêdayê

Jinên Meclisa Sûriya Demokratîk ji Hesekê bi çalakiyekê piştgiriya xwe ji jinên li Siwêdayê re nîşan da.

Jinên Hesekê piştgirî da xwepêşanên Siwêdayê
13 îlon, 2023   10:40
HESEKÊ

Nivîsgeha Jin a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a Hesekê bi çalakiyekê li pêş navenda meclisê ya li taxa Umran a bajêr piştgiriya xwe ji xwepêşandanên Siwêdayê re nîşan da.

Endamên jin ên MSD′ê, Partiya Pêşketin û Guhartina Neteweyî ya Demokratîk û Meclisa Jinan a Sûriyeyê pankartên "Em piştgiriyê didin azadîxwazên Siwêdayê", "Azadî ji xelkê Siwêdayê re", "Jin, Jiyan, Azadî" hildan.

Di çalakiyê de hevseroka Komîteya Jin a Meclisa Civaka Ermen Losnak Kaforiyan axivî û wiha got: "Em di Sûriyeyê de demeke dirêj di rewşa aloz, bêewlehî, bêîstîqrarî û şer de dijîn. Lê berxwedana Şoreşa Rojava û dengvedana wê li cîhanê hişt jinên li Siwêdayê di heman rê û berxwedanê de bimeşin."

Losnak wiha domand: "Şoreşa jin îor li tevahî cîhanê û li Sûriyeyê belav dibe. Jinên Siwêdayê li ser şopa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşin."

Losnak piştgiriya xwe ji jinên Siwêdayê re anî ziman û wiha pê de çû: "Em piştgiriyê didin jinên berxwedêr ên Siwêdayê û em ê ji bo serketina vê şoreşê bibin yek dest û yek deng."

Li Siwêdayê ji 20′ê Tebaxê ve xwepêşandan hene. Xwepêşandêran rêyên navendên Partiya Baasê û rêyên sereke girtin û banga guhartina siyasî û hilweşîna rejîmê kirin.

(fr)

ANHA