Kurd, ereb û suryan teqezî bi yekitiya nîştimanî kir

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê destnîşan kirin ku ji bo pêşî li hewldanên aliyên derve bigirin ku destwerdana kar û barên herêmê dikin, divê xwedî li yekitiya nîştimanî derkevin. Her wiha gotin QSD`ê nûnertiya wan dike û wan diparêze.

Kurd, ereb û suryan teqezî bi yekitiya nîştimanî kir
Kurd, ereb û suryan teqezî bi yekitiya nîştimanî kir
Kurd, ereb û suryan teqezî bi yekitiya nîştimanî kir
Kurd, ereb û suryan teqezî bi yekitiya nîştimanî kir
Kurd, ereb û suryan teqezî bi yekitiya nîştimanî kir
Kurd, ereb û suryan teqezî bi yekitiya nîştimanî kir
Kurd, ereb û suryan teqezî bi yekitiya nîştimanî kir
Kurd, ereb û suryan teqezî bi yekitiya nîştimanî kir
Kurd, ereb û suryan teqezî bi yekitiya nîştimanî kir
12 îlon, 2023   16:28
QAMIŞLO

Bi armanca şîrovekirina geşedanên siyasî yên dawîn, Meclisa navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo civînek li hola Akedemiya Şehîd Yekta Herekol li dar xist.

Rûsiyên ereb û kurd, oldar, nûnerên partiyan, Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên navçeyê tev li civînê bûn.

Endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Suryan Corc Yusif axivî û geşedanên leşkerî û siyasî yên bajarên cuda yên Sûriyeyê û tengavbûna gel li hember paşketina rewşa aborî û rewşa li Siwêdayê nirxand.

Corc got: “Dewleta Tirk a dagirker sûcan li dijî xelkê herêmên dagirkirî û şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Hewl dide ku herêmên dagirkirî veguherîne eyaletên tirkî ji bo ku siyaseta guhertina demografiyê temam bike.”

Nûnerê êlên Benî Seba yên Tirbespiyê Şêx Hisên El Sade balkişand ser hewldanên derxistina fitneyê ji aliyê hin aliyan ve ku dixwazin ewlehiya li herêmê û Dêrazorê têk bibin û wiha domand: “Hişyariya gel û xwedîderketina wan li saziyên Rêveberiya Xweser ku projeya demokratîk a aloziyê ye, kombûna wan li dora QSD`ê, tevahî planên dijminan têk birin.”

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Tirbespiyê Hediye Şemo girîngî da bangên hişyarî û baldariyê û got: “Divê ji vê bêtir tev li têkoşînê bibin, ji bo ku destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û serkeftinê pêk bînin.”

Dûre beşdaran, dîroka hevbeş a pêkhateyan, hevgirtina li hember aloziyan bi rêya xwedîderketina li projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan nirxandin.

Di dawiyê civînê de nûnerê êlên Suryan, Kildanên Asûr ê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yusif Denco Ilyas daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li ser bingeha biratiya gelan, em destnîşan dikin ku pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb, suryan, musliman, xiristiyan û civata êzidî piştgiriya QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin ku di şerê li dijî komên terorîst û DAIŞ`ê de bi hezaran şehîd û birîndar dan.

Em kiryarên dermirovî yên li Dêrazorê pêk hatine, şermezar dikin.

Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku rê li pêşiya destwerdana derve di kar û barên herêmê de bigirin û bang li sûriyayên dikin ku hemwextî xwepêşandanên aştiyane li Siwêdayê, têkoşînê mezin bikin ji bo ku Sûriyeya nevandî û ya pirreng ava bikin.”

(şx)

ANHA