​​​​​​​Projeyên xizmetguzariyê û yên hawîrdorê li herêmê berdewaim in

Şaredariyên Gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşkêşkirina xebatan ji welatiyan re didomînin. Li hin bajar û navçeyan de xebatên hawîrdorê dest pê kirin. Şaredariya Gel a Til Temirê jî, tevî êrişan xebatên xwe didomîne.

12 îlon, 2023   04:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî topbarana rojane li dijî navçeya Til Temirê, Şaredariya Gel a navçeyê xebatên xwe pêşkêş dike. Ev îsrara li navçeyê nîşan dide. Şaredariyê dest bi xebatên kanalîzasyonê li taxa El Seken El Hedîs kir.

Çavdêrê fenî yê Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê Nûr Mihemed Îbrahîm diyar kir ku beşa fenî, dest bi xebatên dirêjkirina torên kanalîzasyonê kiriye.

Îbrahîm wiha domand: “Em niha li binê torê qum bi stûrahiya 10 cm bi dirêjahiya 825 metreyan rêdixin. Ji bo ku dûre em boriyên çîmento bi cih bikin.”

Li gor Îbrahîm lêçûna giştî ya projeyê 63 hezar û 577 dolar e û divê di 45 rojan de bi dawî bibe.

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê yê kantona Qamişlo, nivîgehên fenî û xizmetguzarî yên şaredariyê dest bi projeya sererastkirin û ziftkirina rêya kiriye beriya ku zivistan dest pê bike.

Projeyên ziftkirinê li kolana Kornîş bi rûbera hezar û 200 metrekab e. Rêya Dêra Mardodo 200 metrekab e. Rêya di navbera dadgehê û cadeya El Sewr hezar û 100 metrekab e.

Werşe, rêyên nebaş qîra li ser jêdikin û dûre bi kevirê şikandin dûz dikin.

Der barê de hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Ciwan Hesen got: “Em amade ne plansaziya sala 2023`yan temam bikin beriya ku zivistan bê. Rêya sererast û dûz bikin, projeyên kanalîzasonê temam bikin, peyare restore bikin û Parka Şehîd Arîn amade bikin.

Hesen diyar kir ku beriya rêyan zift bikin, pêwîst e welatî di dirêjkirina torên avê û kanalîzasyonê de bi şaredariyê re hevkar bin.

PROJEYA HAWÎRDORÊ

Di çarçoveya xebatên Şaredariya Gel ji bo firehkirina parkan û zêdekirina qadên keskahiyê, xweşikkirina bajêr û çandina daran de, dest bi xebatên sererastkirina Parka Arîn a li kolana Kornîş kir.

Di projeyê de, wê zemîna parkê were dûzkirin, korîdor û peyare lê werin çêkirin. Kursî û lîstikên zarokan lê werin bicihkirin. Darên berê dê werin kesixandin û di aliyê ronîkirina parkê hewldanên wan hene. 

TEBQA

Komîteya Hawîrdorê ya Tebqayê jî, xebatên sererastkirina parka navendî didomîne. Çaverê ye ku xebatên sererastkirinê di 2 mehan de biqedin.

Komîteyê ji Îlonê ve dest bi xebatên xwe li parkê kir ku li ser rêya di navbera taxan û rêya navneteweyî de ye û rûbera wê 2 donim e.

Piştî bidawîkirina xebatên paqijkirina parkê ji bermahiyan û şînatiyên bizrar, Nivîsgeha Xizmetguzariya Fenî binesaziya parkê amade kir, hewzek avê lê ava kir û avêj lê bicih kirin.

Girêdayî mijarê hevserokê Komîteya Hawrîdorê ya Tebqayê Cemal Ebdullatîf got: “Komîteyê sala 2022`yan, nêzî 350 dar li parka navendî ya bajêr çandine û îsal xebatên li parkê didomîne.”

Ebdullatîf diyar kir ku piştî dûzkirina zemîna parkê bi axa çandiniyê, dê dûre bi şînkahiya Kîzon were dûzkirin. Dê li seranserî parkê ronahî hebe. Dê 500 darên merxê bên çandin ji bo ku xweşikbûna parkê xuya bibe.

Ebdullatîf wiha berdewam kir: “Em dê di beşeke parkê de listîkên zarokan bi cih bikin û ji bo silametiya zarokan em ê li dorê sûrek ava bikin.

Di dawiyê de Cemal Ebdullahtîf got: “Xebatên sererastkirina parkê dê li ser du qonaxan be. Ya yekemîn a avakirinê ku sûr bê avakirin, stûn bên bicihkirin, zemîna parkê bi axa çandiniyê were rêxistin. Qonaxa duyemîn jî dê çandinî be. Di wê qonaxê de dê dar bên çandin, kursî bên bicihkirin. Ev xebat divê di 2 mehan de biqedin.”

(şx)

ANHA