‎'Divê rêxistinên mafên mirovan bêdeng nemînin'‎

Endama Koordînasyona Kongra Star a ‎kantona Efrîn û Şehbayê Rîhan Elo diyar kir ku li herêmên dagirkirî sûcên li dijî jinan roj bi roj bi roj zêde dibin. Rîhan bang li rêxistinên mirovî kir ku li hemberî van sûcan erkên xwe bi cih bînin.‎

‎'Divê rêxistinên mafên mirovan bêdeng nemînin'‎
12 îlon, 2023   03:17
ŞEHBA-ZEYNEB ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji roja dagirkirina kantona Efrînê ve di 18'ê Adara 2018'an heya roja îro sûcên qetilkirin, revandin û êrişên zayendî li dijî şêniyan didomînin. Bi vê yekê tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî bin pê dikin.

Têkildarî mijarê endama  Koordînasyona Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê Rîhan Elo  ji ‎ajansa  me re axivî.‎

Rîhan Elo destnîşan kir ku ji roja Efrîn hatiye dagirkirin ve û heya niha sûc û zextên li dijî jinan ranewestiyane û got: "Ne tenê li Efrînê, di heman demê de li ‎tevahî herêmên dagirkirî sûc li dijî jinan têne kirin. Jin tên revandin, qetilkirin û êrişên zayendî li dijî wan têne kirin. Li dijî zarokên 4 salî heta jinên temenmezin sûcan dikin." ‎

‎'ZEXTÊN DERÛNÎ JÎ ZÊDE DIBIN'‎

‎Rîhan Elo da zanîn ku hêzên dagirker zextên xwe yên dirûnî li dijî jinan zêdetir kirine û jin ber bi xwekuştinê ve têne dehfandin. Her wiha destnîşan kir ku li bajarê Efrînê zewicandina zarokan û zewaca bi darê belav bûye û diyar kir ku çete zexte li zarokên keçîn dike ku bi darê zorê bi wan re bizewicin.

Rîhan bang li rêxistinên mafên mirovan kir ji ‎bêdengiya xwe derkevin, erkên xwe bi cih bînin û dawîn li dagirkeriyê û li sûcên li Efrîn û herêmên dagirkirî têne kirin bînin, her wiha vegera ewle ya xelkê Efrînê li warê wan mîsoger bikin.

‎'ME KIRYARÊN DEWLETA TIRK BELGE KIRIN'‎

Rîhan destnîşan kir ku sûcên hatine belgekirin bê bersiv mane û wiha got: "Me kiryarên dewlerta Tirk a dagirker ên li dijî jinan belge kirine. Belgekirina wan jî bi rêya jinên ku ji hundir Efrînê derkertin hatin kirin. Lê belê ev belge hemû bê bersiv mane. Rêxistinên mafên mirovan dikarin sûcên di hundirê Efrînê de têne kirin belge bikin. Rastiya ku jin di hundir ‎Efrînê dijîn de gelekî zehmet e."‎

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê Rîhan Elo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê li Şehbayê têkoşînê xurt bikin û got: "Ji bo paratina jinan çi ji me were xwestin em ê bikin. Divê rêxistinên mafên mirovan ji bêdengiya xwe derkevin û li hemberî sûcên ku li dijî jinan û mirovan bi giştî têne kirin, rabin."

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriye ji destpêka 2018'an ve heta 2022′yan li Efrînê zêdetirî hezar jinan hatin revandin, 99 jin hatin qetilkirin, li dijî 74 jinan êrişên zayendî hatine kirin, 8 jin ber bi xwekuştinê ve hatin dehfandin. Ji destpêka îsal ve jî heta niha 3 jin hatin qetilkirin û 30 jin hatin revandin.

(bb)

ANHA