Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê baregehên li Balekayetiyê terikand

Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê çend baregehên xwe yên li devera Balekayatiyê wêran kirin û dever terikand.

Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê baregehên li Balekayetiyê terikand
11 îlon, 2023   18:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên bi dest Rojnews’ê ketine, di çarçoveya zextên rejîma Îranê yên li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê, Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) îro çend baregehên xwe yên li zozanên Dola Rostî ya girêdayî navçeya Çomanê teqand û cihê xwe terikandin.

Her çendî ku destpêkê wisa belav bû ev devera ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye bombebaran kirin jî lê Rojnews’ê piştrast kir ku PDK-Î bi xwe baregehên xwe teqandine û dever terikandine.

Têkildarî valakirina baregehên li devera Balekayetiyê çavkaniyekê ji Rojnews’ê re ragihand ku Partiya Demokrata Kurdistanê Îranê ji ber zextên rejîma Îranê baregehên xwe vala kirine û biryare li sînorê Hewlêrê ji wan re kampek bê avakirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Îran û Iraqê di Adara îsal de lihevkirinek dualî îmze kirin û Îranê ji Iraqê xwest ku hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dimînin bên bêçekirin û bixin di kampan de yan jî wan bişînin welatê sêyem. Îranê weke xala lihevkirina bi Iraqê re roja 19’ê Îlona weke roja dawiyê ya lihevkirinê diyar kiribû. Ji bo bidawîbûna dema ji aliyê Îranê ve hatiye diyarkirin jî tenê 8 roj mane.