`Bicihkirina çeteyên Tehrîr El Şamê li eniyan xetere ye`

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Mihemed Ebdo hişyarî da ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê li eniyên şer ên Minbicê, Babê û gundewarê Efrînê yê dagirkirî belav bibin.

`Bicihkirina çeteyên Tehrîr El Şamê li eniyan xetere ye`
12 îlon, 2023   02:06
ŞEHBA-SÎPAN CÛDÎ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê li gundên rojava û bakurê Minbicê bi cih bûn piştî ku niştecihên wê jê derxistin. Her wiha li eniyên şer ên gundên Bab û Cerablusê yê dagirkirî, bi cih bûn.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê aşkera kir ku li gelek gundên bajarê Minbicê mîna Yaşlî, El Şêx Nasir ê bakur rojavayê Minbicê tevgerên çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê (El Nusra) berê şopandine.

Çavkaniyên leşkerî demeke berê ji ajansa me re ragihandibûn ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê li eniyên şer ên gundên navçeya Şera û Şêrawayê û rojavayê Helebê bi cih bûne.

Her wiha çavkaniyan gotin Tehrîr El Şamê bi serkêşiya serçeteyê bi navê Quteybe Cîhad Îsa, çeteyên xwe li bendên çeteyên Sultan Suleyman Şam, Ehrar El Şam û Hemzat ên gundewarê Minbic, Bab û Cerablusê bi cih kirine.

Di vê çarçoveyê de berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Mihemed Ebdo hişyarî da ku çeteyên Tehrîr El Şamê (El Nusra berê) belav bibin.

Ebdo diyar kir ku Heyet Tehrîr El Şamê, gelek komkujî li dijî kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn a yekemîn li Serêkaniyê sala 2013`an bû.

Ebdo destnîşan kir ku ew çete bi fermana li eniyên derdora gundên Minbic, Bab û Efrînê bi cih bûne. Hemwextî wê, fitne di navbera gelek hêzên li Dêrazorê de hat belavkirin. Ji bo ku komkujiyên din li dijî xelkê herêmê pêk bînin.  

Mihemed Ebdo di dawiyê de bang li hêzên navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî kir ku erka xwe ya exlaqî pêk bîne û rê li pêşiya bicihkirina çteyên Tehrîr El Şam li eniyên nêzî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigire.

(şx)

ANHA