`Eşîr xwedî mîraseke dîrokî ne û em ê ewlehiya herêmê biparêzin`

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li eniyên şer destnîşan kir ku eşîrên herêmê rê nadin fîtneyan û hewldanên têkbirina aramiya herêmê û gotin: "Em ê aramî û ewlehiya herêmê û şêniyan biparêzin."

`Eşîr xwedî mîraseke dîrokî ne û em ê ewlehiya herêmê biparêzin`
11 îlon, 2023   23:35
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî li dijî gundewarê Minbicê didomîne ku ji 1'ê Îlonê de bi giranî tê topbarankirin.

Ji 1'ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dikin ku di encamê de welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn û zirarê madî gihîşt mal û milkên wan.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Leşkerî ya Babê li hember wan êrişan bi qehremanî li ber xwe didin û hemû hewldanên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên derbasbûna gundên rojhilat û rojavayê Minbicê û rojhilatê Babê têk birin û derbeyên giran li wan xistin.

'BI RUHÊ FEDAKARÎ EM ŞÊNIYÊN XWE DIPARÊZIN'

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Hisên Îbrahîm ê li eniyê şer got: "Ji çend rojan ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî li dijî gundên rojhilat û rojavayê Minbicê wek Mihsinlî, Ereb Hesen û Ewn El Dadat êriş dike û komkujî li dijî şêniyên herêmê pêk anîn û mal û milkên wan talan kirin. Me ew êriş têk birin û me ewlehiya şêniyan parast. Armanca me ya sereke parastina ewlehî û aramiya wan e."

Îbrahîm wiha zêde kir: “Çeteyên dewleta Tirk a dagirker îdia dikin ku ew ji eşîrên herêmê ne lê belê ew bi temamî ji adet û mîrasa eşîrî dûr in. Em ji eşîrên resen ên vê herêmê ne û em rê nadin tu êriş û fîtneyên li dijî ewlehiya herêmê. Em ji şêniyên xwe re soz didin ku moralên me bilind in û em ê bi ruhê fedakarî şêniyên gund biparêzin.”

'EM Ê HETA DAWIYÊ XAKA XWE BIPARÊZIN'

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Îsmaîl ji ajansa me re wiha axivî: "Em niha li eniya Ereb Hesen in ku dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî wê hedef digire. Em ji vir li hember wan êrişan li ber xwe didin."

Îsmaîl îdiayên dewleta Tirk û çeteyên wê red kirin û got: "Eşîrên resen mal û milkên şêniyan talan nakin û sivîlan nakujin. Ev çeteyên dewleta Tirk a dagirker in û armanca wan derxistina fîtne û tirsê di nav şêniyan de û têkbirina ewlehiya herêmê ye."

EŞÎRÊN RESEN TEVÎ MÎRASA XWE YA NIŞTÎMANÎ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ NE

Şervanê bi navê Mihemed El Hisên got: "Çete hewl didin bi rêya kiryarên xwe yên li dijî şêniyan, jinan û welatiyan birevînin."

Di 2'yê Îlonê de nûçegihanê me li gor çavkaniyan da zanîn ku çeteyan malê welatiyê bi navê Mihemed Îbrahîm El Hac Ebdullah talan kirin û jineke temenmezin a bi navê Fatme El Hac Mihemed El Xilêf (70) bi kêrê kuştin û bi kêrê li hevjîna kurekî wê daye, her wiha 2 birayên bi navê El Hac Ebdullah û birayê wî Ebdullah revandin.

El Hisên îdiayên dewleta Tirk a dagirker red kirin û got: "Eşîrên resen xwedî mîraseke dîrokî û niştîmanî ya li dijî dagirkeriyê ne. Lê belê ev çeteyên dewleta Tirk a dagirker diz in û ji bo berjewendiyên wê madî hene ku li ser hesabê mîrasa eşîrî tev digerin."

(mh/şx)

ANHA