ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-9-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-9-2023
11 îlon 2023   23:00

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li eniyên şer destnîşan kir ku eşîrên herêmê rê nadin fîtneyan û hewldanên têkbirina aramiya herêmê û gotin: "Em ê aramî û ewlehiya herêmê û şêniyan biparêzin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê got: “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê, tevahî planên li dijî herêmê şikandin. Gelê heêrmê bi hevgirtin, hişyariya xwe fitne tune kir.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Mihemed Ebdo hişyarî da ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê li eniyên şer ên Minbicê, Babê û gundewarê Efrînê yê dagirkirî belav bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endama Koordînasyona Kongra Star a ‎kantona Efrîn û Şehbayê Rîhan Elo diyar kir ku li herêmên dagirkirî sûcên li dijî jinan roj bi roj bi roj zêde dibin. Rîhan bang li rêxistinên mirovî kir ku li hemberî van sûcan erkên xwe bi cih bînin.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariyên Gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşkêşkirina xebatan ji welatiyan re didomînin. Li hin bajar û navçeyan de xebatên hawîrdorê dest pê kirin. Şaredariya Gel a Til Temirê jî, tevî êrişan xebatên xwe didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Aktîvîst û femînîst Sîlvart Selûm destnîşan kir ku beşdariya jinan di xwepêşandanên Siwêdayê de divê ne tenê di aliyê şermezarkirin û hildana pankartan be, her wiha divê beşdariyeke ji berfirehtir di qadên fikrî û hişmendî de hebe û got: "Ji bo serkeftina van xwepêşandanan divê projeyek bê danîn."

Meclisa navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo civînekê li gel rûspiyên herêmê li akademiya Şehîd Yekta Herekol a rojavayê navçeyê, li dar dixe ji bo ku geşedanên dawîn ên li herêmê nîqşa bikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Kevana Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê ya Kobanê panelek têkildarî Rêber Abdullah Ocalan li navenda Meclisa Rêveber a Kobanê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)