​​​​​​​′Em ê bi hevgirtinê herêmên xwe biparêzin′

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan hewldanên derxistina fitneyan li Dêrazorê şermezar kirin û gotin ew dê bi hevgirtinê li dijî hewldanên derbekirina îstîqrarê û jiyana hevbeş li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin.

​​​​​​​′Em ê bi hevgirtinê herêmên xwe biparêzin′
10 îlon, 2023   05:04
QAMIŞLO

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û endamên Yekitiya Jinên Ciwan li Qamişloyê piştgirî da Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ya QSD′ê ku di 27′ê Tebaxê de li dijî çeteyên DAIŞ′ê, sûcdar û bazirganên hişbirê li Dêrazorê dest pê kiriye.

Ciwanê bi navê Mazin Misewer ê ji pêkhateya Kurd hewldanên derxistina tevliheviya ewlehî û têkbirina istiqrara li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û wiha got: "Em nahêlin dijminê gelan cudahiyê bixe navbera me û xerabiyê bi rêya bikaranîna vê mijarê çêke da ku berjewendî û planên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne."

Misewer wiha domand: "Erka me weke ciwanan parastina herêmên me û aşkerakirina rastiyê ji cihanê re ye."

Ciwana bi navê Miyav Silêman a ji pêkahteya Ermen piştgirî da biryara QSD′ê ya destpêkirina operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ û bang li tevahî pêkhateyan kir ku guh nedin ajandeyên derve yên dixwazin fitneyê derxin.

Miyav wiha domand: "Em bi pêkhateyên din re bi hezaran salan dijîn û tu kes nikare bi rêya fitneyan me ji hev cuda bike."

Li aliyekî din jî ciwanê bi navê Kawa Ebas ê ji pêkhateya Ereb wiha got: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di têkbirina çeteyan û fesadên mîna Ebû Xewle de bûn yek. Ew nûnertiya xelkê eşîran nakin."

Kawa Ebas diyar kir ku pêkhateyên herêmê ji bo xwe rizgarkirina ji çeteyan û parastina ewlehiya xwe bi hev re şer kirin û bi hezaran şehîd di oxira welat de dan û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ê li ser şopa şehîdên xwe di oxira bidawîkirina siyasetên şerê taybet û têkbirina êrişan de têkoşînê bilind bikin."

(fr)

ANHA