′Gerîla nûnertiya me dike, hebûna wan hebûna me ye′

Welatiyên ji kantona Hesekê diyar kir ku tevkariya PDK′ê bi dewleta Tirk a dijmin re li dijî Kurdan îxanet e û got: "Gerîla nûnertiya me dike, hebûna wê hebûna me ye."

′Gerîla nûnertiya me dike, hebûna wan hebûna me ye′
10 îlon, 2023   02:35
HESEKÊ-SÎBELCAN SELMAN

Welatiyên ji kantona Hesekê tevkarî û alîkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir.

Welatiya bi navê Emîra El Xelef a ji navçeya Holê wiha got: "Em xiyaneta PDK′ê û alîkariya wê bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî gelên azadîxwaz bi tundî şermezar dikin."

Emîra wiha domand: "Gerîla nûnertiya me tevan dike. Hebûna wan hebûna me ye. Ne ji hebûna wan bûya, em tune bûn. Gelo çima PDK′ê vê xiyanetê dike?"

Welatiyê bi navê Mihemed Dawî yê ji Hesekê jî wiha got: "Tiştê PDK′ê dike pir şerm e. Divê li kêlek Kurdan ne li kêlek dijminê Kurdan be."

Dawî wiha domand: "Ev ne cara yekemîn e ku PDK′ê dijminatiya Kurdan dike, îxanetê dike û li kêlek dijmin disekine. Divê PDK′ê ji xiyaneta xwe vegere."

Welatiyê bi navê Abdulqadir Dirbas jî got: "Îxaneta PDK′ê bi her şêweyî nayên qebûlkirin."

Dirbas wiha dawî li gotina xwe anî: "Bi saya berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistan û 4 parçeyên Kurdistanê, em li vir in û me mafên xwe bi dest xistin."

(fr)

ANHA