Panorama Hefteyê: Şam Seferber e da ku hevgirtina bi Siwêdayê re veşêre

Di hefteya borî de rewşa Sûriyeyê, jihevxistina Piştevahiya Legîn ji aliyê El Burhan ve û rewşa Lîbyayê bûn rojeva rojnameyên erebî.

Panorama Hefteyê: Şam Seferber e da ku hevgirtina bi Siwêdayê re veşêre
9 îlon, 2023   23:37
NAVENDA NÛÇEYAN

HEMWEXTÎ REWŞA EWLE YA LI GUNDEWARÊN ŞAMÊ BENDÊN KONTROLÊ LI SER RÊYA QUNEYTERE Û ŞAMÊ HATIN RAKIRIN

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Sûriyeyê nûçeyek bi sernavê ′Hemwextî rewşa ewle ya li gundewarên Şamê bendên kontrolê li ser rêya Quneytere û Şamê hatin rakirin′ nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de wiha got: "Desthilatên ewlehî yên Şamê yek ji mezintirîn bendên kontrolê li ser rêya di navbera Quneytere ya li herêma Colanê ya başûrê Sûriyeyê û Şamê rakir. Di demekê de jî desthilatên ewlehiyê bendên xwe li derdora bajarokê Renkos li herêma Qelemon ê gundewarên bakur-rojavayê Şamê zêde kirin."

Li gorî rojnameyê, ev sewqiyetên ewlehiyê beriya zêdetirî 2 hefteyan tevî siloganên dijberî hikumeta Şamê li herêma Qelemon pêk hatin.

Çavkaniyên herêmî ji herêma Qelemon ji rojanmeyê re got saziya ewlehiya leşkerî beriya 2 rojan li Yebrûd hemleyeke girtinê ya fireh da destpêkirin. Li kêlek hemleyê dewriyeyên mezin li kolanên bajêr ji bo kesên neçûne leşkeriyê pêk hatin û bi dehan ciwan hatin girtin.

 `GELO HIŞBIRA SÛRIYEYÊ URDINÊ BER BI SÎNARYOYA HERÊMA TAMPON VE DEHF DIDE`

Rojnameya El Qudis nûçeyek bi sernavê ′Gelo hişbira Sûriyeyê Urdinê ber bi sînaryoya herêma tampon ve dehf dide′ nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de wiha got: "Daxuyaniyên wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymend El Sefedî ên "têkirina qaçaqciyên hişbiran" li ser sînroê bi Sûriyeyê re pirsên li ser bersivdana Urdinê nîşan didin, nemaze eniya têkildarî qaçaqciya hişbiran serhişkî û şantajeke rojane derdixin."

Rojnameyê diyar kir ku şopandina bûyerên ewlehiyê yên li ser sînorê Urdinê-Sûriyeyê careke din nêzbûnekê bi erêkirina siyasî derdixe pêş û dibe ku bi sînaryoya avakirina herêma tampon û sedemên ewlehiyê bi dawî be.

Li gorî rojnameyê, ev krîza ewlehî ya bi sernavê hişbir, qaçaqciya çek û cebilxaneyan ber bi goşeya siyasî ve diçe. Dibe ku bi sînaryoya herêma tampon bi dawî be. Ew sînaryo, Urdinê ji 2011′an ve paşguh dikir, lê astengiyên hişbirê yên ewlehiyê hişt ku Uman ber bi vê yekê ve biçe.

′BURHAN JI BO HEVAHENGIYA BI WASHINGTONÊ RE HÊZÊN PIŞTEVANIYA LEZGÎN HILDIWEŞÎNE′

Rojnameya El Ereb a Londonê nûçeyek bi sernavê ′hilweşandina Hêzên Piştevaniya Lezgîn′ ji hêla fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah Burhan ve nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de got: "Ragihandina fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah Burhan a hilweşandina Hêzên Piştevaniya Lezgîn yekser piştî cezayên Amerîkayê li hin fermandarên vê hêzê pêk hat, da ku bi hevaheniya Washingtonê re be yan jî desteka wê bike."

Rojnameyê li ser zimanê çavdêran diyar kir ku li gorî raporên navneteweyî yên hişyariya li ser xeteriya belavbûna aloziyê li herêma Daforê Amerîkayê helwesta xwe nîşan da

Rojnameyê aşkera kir ku zehmet ferzkirina cezayan li ser Deqlo yan jî biryara hilweşandina Hêzên Piştevaniya Lezgîn hevsengiyên şerê heyî biguherîne. Burhan hemû hêmanên xwe yên siyasî ji dema darbeya leşkerî li ser hikumeta sivîl di Cotmeha 2021′ê de ji dest dan.

′LÎBYA LI PÊŞBERÎ PIRSGIRÊKA HILBIJARTINAN E′

Rojnameya El Beyan têkildarî rewşa Lîbyayê nivîsek weşand. Di nivîsê de hate diyarkirin ku lidarxistina hilbijratinan yek ji mijarên girîng li pêşiya rêveberên siyasî û ewlehî yên komên sereke yên cûda yên li welat e. her wiha hate gotin,  ji bo lihevkirineke fermî li ser diyarkirina dema hilbijartinên serokatiyê  û yên parlamentoyê çêbibe, şêwir berdewam in.

Rojnameyê li ser zimanê çavkaniyên lîbyayî  ev agahî parve kir: "Ji bo pêkanîna hilbijartinan, bi taybetî li herêma başûr a di bin çavdêriya hêzên hevbeş de, lihevkirin di navbera fermandariya artêşa li Bingazî û serokatiya hikumeta Terablusê de çêbûye. Di heman demê de Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ew amade ye beşdarî mîsogerkirina pêkanîna hilbijartinan bibe.”