Di êrişa Minbicê de 3 zarok birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Tehnê yê rojavayê Minbicê topbaran kir, di encamê de 3 zarok ji heman malbatê bi giranî birîndar bûn. Kadroyên tibî got: "Em hewl didin wan rizgar bikin."

Di êrişa Minbicê de 3 zarok birîndar bûn
Di êrişa Minbicê de 3 zarok birîndar bûn
Di êrişa Minbicê de 3 zarok birîndar bûn
Di êrişa Minbicê de 3 zarok birîndar bûn
6 îlon, 2023   11:44
MINBIC

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê bi bejahî û bi çekên giran êrişî gundên rojvayê Minbicê û hin gundên rojhilatê Babê kir, di encama topbarana li gundê Tehnê yê rojavayê Minbicê de 3 zarok birîndar bûn.

Navên birîndaran; Wîam El Casim (15), Îbrahîm El Casim (12) û Celal El Casim (14) û rakirin Nexweşxaneya Berkel a Minbicê.

Endamê rêveber û alîkarê nûjdar ê Nexweşxaneya Berkel Ehmed El Elî li ser mijarê wiha got: "Vê sibehê, ji ber êriş û topbarana ketober a li dijî Minbic û gundewarên wê 3 zarokên hatin nexweşxaneyê.  Hema yekser derbasî odeya emeliyetê kirin. Ji ber parçeyan di zikên her du zarokan de, zikê wan hatin qelaştin, fatereşkên (talik) wan hatin rakirin."

El Elî wiha domand: "Zarokê bi navê Wîam El Casim di gurçik û mîdeya xwe de birîndar bûye û fatereş hate qutkirin. Gurçikê Celal El Casim jî gelek zirar dîtiye û îhtîmal heye ku heta 24 saetên din were rakirin. Lê em niha li bendê xwe bixebite û ger bi giştî sekinî em ê rakirin, lê piştî malbat erê bike."

El Elî li ser zarokê sêyemîn jî wiha got: "Di sîngê Îbrahîm El Casim de bêhneke nebaş dihat, me ew çareser kir. Niha her sê zarok di odeya baldariyê de ne. Em hewl didin wan rizgar bikin."

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 1′ê Îlonê de li dijî gundên rojav û bakurê Minbicê êrişên tund pêk tînin, malên welatiyan yekser hedef digirin. Heta niha 5 welatî şehîd bûne, ji wan 4 zarok ji heman malbatê ne, gelek welatî jî li gundê Ereb Hesen û Ewn Dadat birîndar bûn.

(fr)

ANHA