Partiya Sûriyeya Pêşerojê: Xayîn dixwazin aramiya herêmê têk bibin

Serokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê şaxê rojavayê Dêrazorê destnîşan kir ku tiştê li Dêrazorê dibe bi destê xayînan tê kirin û got: "Ew hewl didin aramiya herêmê têk bibin û ji bo ku fîtneyê kûrtir bikin, li ser çapemeniyê rastiyê berovajî dikin û ev rewş weke şerê di navbera kurd û ereban de nîşan didin. Lê belê gel ji van kiryaran mezintir e û xwe ji van kiryaran dûr dixe."

Partiya Sûriyeya Pêşerojê: Xayîn dixwazin aramiya herêmê têk bibin
6 îlon, 2023   02:39
DÊRAZOR – ELÎ EREB

Vê dawiyê li herêmên Dêrazorê hewldanên têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û aramiya herêmên Dêrazorê derketin. Ji bo wê jî komplogeran, xwestin bi fitneyê tevliheviyê di nava şêniyên herêmê de derxin.

Li hember van hewldanan şêniyan, aliyên civakî û siyasî nerazîbûna xwe nîşan da û di encamê de ew fîtne û fesad têk çûn û rûyê wan ê rastîn aşkera bû.

Serokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya rojavayê Dêrazorê Tamir El Şumerî ji ajansa me re wiha axivî: "Dêrazor ji ber girîngiya xwe bûka Firatê bû û her wiha yek ji bingehên projeya Rêveberiya Xweser û biratiya gelan e."

TIŞTÊ KU BÛYE KOMPLO BÛ

El Şumerî wiha lê zêde kir: "Tiştê ku vê dawiyê rûdaye komployeke li dijî herêmê bi giştî bi rêya Dêrazorê bû. Aliyên dijber ên ku dixwazin biratiya gelan têk bibin hewl dan bûyerên li Dêrazorê wek şerekî di navbera kurd û ereban de nîşan bidin, lê belê gelê me ji vê yekê mezintir bû."

El Şumerî destnîşan kir ku ev komplo bi destê xayînan hat pêkanîn û armanc jê peydakirina fîtneyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye.

GEL PIŞTGIRÎ DA OPERASYONA 'XURTKIRINA EWLEHIYÊ'

El Şumerî piştgiriya gel a ji operasyona 'Xurtkirina ewlehiyê' re silav kir û got: “Gelê li gor bûyerê hişyar bû. Ji derveyî, xwefroşan û komplogeran û şaneyên veşartî ku hejmara wan kêm e, gel piştgiriya operasyonê kir.”

Di dawiya axaftina xwe de El Şumerî got: "Gelên herêmê ev alozî derbas kir, gelê me zana û berxwedêr e û ev komplo têk bir."

(mh/şx)

ANHA