Dewleta Tirk 120 penaberên din li Girê Spî bi cih kirin

Desthilata dewleta Tirk a dagirker beşeke din a penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê derxistin û şandin kantona Girê Spî ya dagirkirî. Bi wê re hejmara penaberên ji Tirkiyeyê di vê mehê de hatine derxistin, derket 320 penaberan.

Dewleta Tirk 120 penaberên din li Girê Spî bi cih kirin
5 îlon, 2023   17:51
EYN ÎSA

Çavkaniyek xwecih ê kantona Girê spî, ragihand ku dewleta Tirk a dagirker îro bi rêya deriyê sînor 120 penaberên sûriyeyî radestî polîsa leşkerî kir. Ji bo ku wan li malên koçberan bi cih bike.

3`yê Îlonê, dewleta Tirk a dagirker 200 penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê ber bi herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê ve derxistbû. Bi wê re hejmara penaberên di Îlonê de heta niha ji Tirkiyeyê hatine derxistin gihaşt 320 penaberan.

Dewleta Tirk a dagirker di meha borî de, hezar û 493 penaber li kantona Girê Spî bi cih kirin. Ji Nîsana borî ve dema rayedarên tirk avakirina mêtîngehan li herêmên dagirkirî ragihandin, hejmara penaberên ji Tirkiyeyê hatine derxistin gihaşt 25 hezar û 280 penaberî.

(şx)