`Rêbertî hêza me ye û heta azadiya wî ya fîzîkî pêk neyê têkoşîna me ranaweste`

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan destnîşan kirin ku ramana Rêber Abdullah Ocalan, gihaşt cîhanê û dijmin ji felsefeya wî ya azad ditirse. Endaman, teqezî bi berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

`Rêbertî hêza me ye û heta azadiya wî ya fîzîkî pêk neyê têkoşîna me ranaweste`
5 îlon, 2023   23:37
MINBIC

Bertekên li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, gef û cezayên lê tên birîn, zêde dibin. JI 25`ê Adara 2021`an ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girt. Herî dawî, 25`ê Adara 2021`an bû ku bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî.

Di çarçoveya şermezarkirina van sûcan de, hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Tebqayê Fatme Ehmed destnîşan kir ku di rêya ber bi azadiyê ve, wan raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re kiriye bingeh.

Fatme wiha domand: “Sûcên li dijî Rêberê me li Îmraliyê tên kirin, sûcên mezin in û li dijî mirovahiyê ne.”

Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê Mutîa Mihemed balkişand ser hewldanên yekitiyê yên ji bo têkbirina tecrîdê û got: “Ji bo vê mijarê, yekitiyê gelek panel, werşeyên kar lidar xistin û rêbazên bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, bi beşdarên wan çalakiyan re nîqaş kirin.”

Mutîa soz da ku têkoşînê li ser ramana Rêber Abdullah Ocalan û azadiya jinan, mezin bikin û heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, dê li ber xwe bidin.

Di heman çarçoveyê de, endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê Sîdra Berkel got: “Gefên li dijî Rêber Ocalan tên kirin, vîna me naşkîne. Rêberê me tenê fîzîkî dîlgirtî ye ji ber ku ramana wî li seranserî cîhanê belav bû.”

Sîdra diyar kir ku ramana Rêber Abdullah Ocalan, nûnertiya gelên azadîxwazin dike û azadiya wî azadiya jinan û tevahî gelan û mirovahiyê ye. Sîdra teqezî bi berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, kir.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Şêxmeqsûdê Rîm El Elî bi hevalên din re li hev dike ku dewleta Tirk tecrîdê bi armanca têkbirina vîna gelan û gerîla li Rêber Abdullah Ocalan ferz dike.

Her wiha Rîm got: “Her carê cezayek diqede, cezayên nû lê dibire. Ev sûcên ku dewleta Tirk li dijî Rêberê me dike, derexlaqî ne û dîroka wê ya sûcdar nîşan dide. Ev gefên li dijî Rêberê me tên kirin, vîn û berxwedana me naşikîne. Wisa difikirin ku Rêbertî, xala me ya zaîf e, lê ew hêza me ye û têkoşîna me beşeke têkoşîna wî ye.”

Rîm di dawiyê de wiha anî ziman: “Dijmin ji ramana Rêbertî ditirse. Ji ber ku kilîta çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn e. Jilewra hewl didin bi rêya tecrîdê û gefên li dijî Rêbertî, vîna me bişikînin. Lê berxwedana wî û hevalên wî, berxwedana me ye jî. Heta azadiya wî û hevalên wî pêk neyên, têkoşîna me ranaweste.”

(şx)

ANHA