Ji Navenda Ragihandinê ya QSD`ê daxuyanî

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê têkildarî civîna QSD`ê bi Koalîsyona Navneteweyî û êlên herêmê re li dar ketiye, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew û êlên herêmê yek in û êdî operasyona QSD`ê li bajarokê Zîban ber bi dawiyê ve diçe. Navendê aşkera kir ku kesên bi navê Îbrahîm El Hefel ji aliyê QSD`ê ve tê xwestin û nayê efûkirin.

Ji Navenda Ragihandinê ya QSD`ê daxuyanî
3 îlon, 2023   18:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî civîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye lidarxistin, geşedanên dawîn û çeteyê bi navê Îbrahîm El Hefel daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye: “Em destnîşan dikin ku civîna erênî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Ethan Goldrich, fermandarê operasyona Ezim El Silib Joel Vowell, ku bi armanca nîqaşkirina rewşa Dêrazorê û destwerdanên derve tê de li dar ketiye, QSD`ê û êlên herêmê yek bûn û di civînên ber de jî li ser xurtkirina ewlehiyê û îstiqrarê li herêmê li hev kirine. Di wê civînê de, fermandariya hêzên me, fermandar û rûspiyên êlên herêmê hebûn ku roleke erênî di hevgirtinê û piştgiriya xebatên avakirinê de lîstibûn.

Li ser erdê jî, hêzên me xebatên lêgerînê li Bisêrayê û beşeke mezin a El Şihêl bi dawî kirin û ber bi dawîkirina van xebatan li bajarokê Zîban ve diçin.

Kesê bi navê Îbrahîm El Hefel jî, serokê fitneyê ye û êdî ji aliyê hêzên me ve tê xwestin. Ji ber ku bû sedema rijandina xwîna şervan û xelkê me û koçberkirina wan. Wêrankirina saziyên xizmetguzariyê, li gorî fermanên aliyên derve serkêşiya hewldanên derxistina fitneyê kir. Lê bi baldariya xelkê me yê Dêrazorê û rûspiyên wê ev plan têk çûn. Em Îbrahîm û çekdarên ji rojavayê Firatê anîne, efû nakin.

(şx)