Piştperdeya tevlihevkirina Dêrazorê  

Derket holê ku dewleta Tirk a dagirker ev demek dirêje li herêmên dagirkirî amadekariyên derxistina tevlîheviyên li herêmên Rêveberiya Xweser dike. Dema ku QSD`ê bi operasyona Dêrazorê gelek listîk vala derxistin jî li Minbicê û Til Temirê dest bi êrişên nû kir.

Piştperdeya tevlihevkirina Dêrazorê  
3 îlon, 2023   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN-CÎHAN BÎLGÎN

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di 27`ê Têbaxa 2023`yan li herêmên Dêrazor û rojhilatê Firatê dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê û torên madeyên hişbir operasyona bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” da destpêkirin. Bi destpêkirina operasyona re ku roja 8`an de berdewam dike gelek komik û derdorên dijberên Rêveberiya Xweser jî ketin nava liv û tevgerê. Hewildanên derxistina fesadî, alozî û dijberkirina gelan pêşketin. Her wiha li Minbic û Til Temirê jî êrişên rasterast yên dewleta Tirk û çeteyên wê hene.

Bûyer û geşêdanên dawî derxistin holê ku demek dirêje dagirker û çeteyên wan amadekariyên derxistina tevlîheviyan dikin, di vê çarçoveyê de komên çete beralî kirine.

EFRÎN, EZAZ, CERABLÛS, BAB Û SERÊKANIYÊ CIVÎN

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên pêbawer girtine, dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Ezaz, Cerablûs, Bab û Serêkaniyê di nava meha Tîrmeh û Tebaxê de civînên cûda cûda bi komên çeteyan û hin eşîrên herêmê re çêkirine. Di Tebaxa 2023`yan de li bajarokê Hîwar Kilîs yê girêdayî Ezazê MÎT`ê ji bo 400 serbazên ku ji hikumeta Şamê veqetiyabûn re civîn çêkiriye û dest bi perwerdeya wan kiriye. Çavkaniyan gotin, ev kom wê li ser sînoran bene bi cih kirin û pereyan bidin wan. Dîsa di meha Tîrmehê de şandeyek leşkerî û istixbaratê ya dewleta Tirk a dagirker derbasî Serêkaniya ya dagirkirî bûn û li gundê Qetîna bi eşîrên herêmê re civînek çêkiriye. Di vê civînê de jî dagirkeran xwestine ku eşîr bi mirovên xwe yên li herêmên xweser, kampên Waşûkanî û Telayê re pewendî çêbikin û destek bidin wan.

PÊWENDIYA BI ŞANEYÊN VEŞARTÎ RE Û ZORA LI SER EŞÎRAN

Dîsa di 11`ê Tîrmeha 2023`yan de istixbarata Tirk li gelek deverên dagirkirî civîn ji komên çeteyan re çêkirine û xwestine ku pêwendiyê bi şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li herêmên  Rêveberiya Xweser re xurt bikin. Her wiha mijara qaçaxçitiyê û madeyên hişbir ku dixwazin li herêmên  Rêveberiya Xweser zêde bikin bûye rojeve serekê ya civîna wan. Di nîvê meha Tebaxê de jî dewleta Tirk a dagirker dîsa bi hin eşîrên li herêmên dagirkirî wekî Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablûsê, Babê civîn çêkirine û dîsa zor li wan kiriye ku bi mirovên xwe yên li wekî Dêrezor, Hesekê, Reqa re têkevin pêwendiyê û wan li dijî Rêveberiya Xweser derxînin. Her wiha xwestine ku li herêmên wekî Dêrazorê mîna ku Kurd êrişî Ereban dikin vê propagandayê belav bikin. Derdorê ku dijî van daxwazan derketine jî hatine tehdît kirin.

Herî dawî jî 21`ê Tebaxa 2023`yan li bajarê Kilîsê yê girêdayî Tirkiye bi 100 berpirsên komên çeteyan re civîn hatiye çêkirin. Di vê civînê de jî rayadarên Tirkiyeyê xwestine ku çete xwe ji şer û êrişan re amade bikin.

HEWILDANÊN PIŞTÎ OPERASYONA EWLEHIYÊ

Piştî van plan û hewildanan jî bi taybet li herêmên rojhilatê Firat û Dêrazorê liv û tevgera çeteyan zêde bû. Lewma Fermandariya QSD`ê ku rewşê ji nêz ve dişopînê operasyon da destpêkirin. Di nava operasyonê de jî hin bûyeran ev planên qirêj baştir raxistin ber çavan. Di roja çaran ya operasyonê de hin çavkaniyên leşkerî û sitixbaratî agahî dabûn ajansa me û diyar kiribûn ku komên çete yên li Dêrazorê êrişî QSD`ê dikin rasterast ji herêmên dagirkirî fermanê digrin.

ÇETEYÊN DAIŞ`Ê BANGA DAGIRKERAN DÛBARE KIR

Wezareta Derve ya dewleta Tirk a dagirker 1`ê mehê ango di roja 6`an a operasyona QSD`ê de daxuyaniyek da û îddîa kir; “Ev geşêdan encama hewildanên rêxistina terorê ya ku zextê li gelê Sûriyeyê dike ye. Em hêvî dikin ku hêzên destekê didin wan jî vê yekê bibînin.”

Şaneyên DAIŞ`ê yên ku pêwendiyên wan bi herêmên dagirkirî re hene jî li gorî naveroka civînên ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî çêkirine û daxuyaniyên wan xwestin tevlîheviyan derxînin. Di dîmenke ku çeteyan li Dêrazorê li pêşiya ala DAIŞ`ê de kişandiye de daxwazên dagirkeran têne vegotin.  Çeteyê nivîsa ku di destê xwe de dixwîne dibêje; “Em bang li leşkerên Wilayet El Xêr (Herêma Cizîrê û Dêrazor) dikin ku dijî Kurdan destek bidin birayên xwe yên eşîran. Xwuşkên we li kampên Roj û Hol bang li we dikin. Ji xewê şiyar bin û rabin ser xwe. Di demên pêş de wê li cîhan û bajarên Mislimanan guhertinên mezin bijîn. Di sedsala nû de wê gelek guhertin çêbibin. Xwe ji bo vê merheleya bê baş amade bikin.”

Her çiqas hinek alozî hebin jî diyare ku operasyona QSD`ê gelek plan têk birine. Ji ber vê yekê ye ku dewleta Tirk a dagirker li Minbic, Til Temir, Eyn Îsa û gundewarên rojavayê Girê Spî dest bi êrişên nû kirin. Çavdêr diyar dikin ku bi van êrişan dagirker dixwazin pêşiya serkeftina operasyona ewlekariyê bigrin.

ANHA