Balafireke dewleta Tirk gundekî Pênciwênê bombebaran kir

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk ya dagirker gundê Kanî Mîran ê navçeya Pênciwênê bombebaran kir û hate zanîn ku şehîd û birîndar hene.

Balafireke dewleta Tirk gundekî Pênciwênê bombebaran kir
2 îlon, 2023   20:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Roj Newsê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyeke payebilind a polîsên Pênciwênê, îro di saet 18:00’an de balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk ya dagirker gundê Kanî Mîran ê navçeya Pênciwênê ya parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir. Her wiha ragihand ku di encama bombebaranê de şehîd û birîndar hene.

Li gorî agahiyên ku heman çavkaniyê parve kirine, di encama êrişa balafira dewleta Tirk a dagirker de kesek şehîd bûye û kesek jî birîndar bûye.